Kesên jiyana xwe ji dest dan li Tirbêspiyê û Hesekê hatin birêkirin 2022-02-03 18:29:38   NAVENDA NÛÇEYAN - Kesên di pêngava "Gurzên Gelan" de jiyana xwe ji dest dan li Tirbêspiyê û Hesekê bi merasîmeke girseyî hatin definkirin.   Kesên di pêngava "Gurzên Gelan" a Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) a li dijî êrişên DAIŞ'ê yên li Girtîgeha Sînaayê ya Hesekê hatibû destpêkirin jiyana xwe ji dest dan, bi merasîmeke girseyî hatin definkirin.   Li Tirbêspiyê bi sedan kes Mihemed Nûr Îbrahîm, Casim El-Şêx, Elî Hemdeles, Hemam El-Hewar û Mihemed Xelef  (Baz Qamişlo) hatin birêkirin.    Li navçeyê dikan nehatin vekirin. Di dawiya merasîmê de cenaze bi berzkirina dirûşmeyan û tilîliyan hatin definkirin.   HESEKÊ   Ji bo 3 şervanên QSD'ê Ferhan Mihemed El-Mistefa, Macîd Silêman El-Etiye û Îdan Mihemed Hemed jî li Şehîdgeha Şedadê ya Hesekê merasîme hat lidarxistin.    Di merasîbê de sersaxiya malbatan hat kirin û soza azadkirina deverên dagirkirî hat dubarekirin.