ROJEVA 4'Ê SIBATA 2022'YAN 2022-02-04 09:00:44 * Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ev 23 sal in li Girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin û di nava van salên dûvdirêj de di tecrîdeke giran de ma. Ji serlêdanên bi mebesta hevdîtina Ocalan hatine kirin 442 jê hatin qebûlkirin lê li hêla din hezar û 433 serlêdan jî hatin redkirin.  * Du dayik li Cizîrê hene, xwedî heman serpêhatî, xem û çarenûsê ne. Li cenazeyên keçên xwe yên di jêrzemînên Cizîrê de hatibûn qetilkirin digeriyan, lê rastî cenazeyên lawên xwe hatin. Her du dayik jî ji bo xwedî li têkoşîn û berxwedana zarokên xwe derkevin niha mil dane milê hev û tedikoşin û dixwazin xeyalên zarokên xwe yên nîvco mayî pêk bînin.   * Bawer Denîz ê ku kekê wî girtiyê nexweş Tûrgay Denîz jiyana xwe ji dest da, anî ziman ku girtîgehê zanibûye ku wê kekê wî jiyana xwe ji dest bide lewma wî berdan e û lê heke nizanibûya bimire dê bernedana.    * Di lêkolîna TUÎK'ê de Amed "bajarê herî nekêfxweş" ye. Welatiyan diyar kir ku sedema nekêfxweşbûna wan neçareserkirina meseleya kurdî û polîtîkayên şer in.    * Ji îmzevanên kampanyaya "1000 Jin Ji Bo Azadiya Aysel Tûglûk" Menîce Gulmez û Emîne Bozkûrt, bang kirin: "Berî bi derengî bikeve divê hemû derdorên hesas û rêxistinên jinan tevbigerin."    * Parlementera HDP'ê Tulay Hatîmogûllari, anî ziman ku armanca êrişên Tirkiyeyê jinûvezîndekirina DAIŞ'ê ye û berpirsekî van êrişan jî Rêvebiriya Herêma Kurdistana Federe ye.    * Înfaza girtî Ferhat Yildirim, berî bê berdan bi du rojan hat şewitandin. Ji ber ku Yildirim li ber tahdeya li girtiyê ku her du destên wî tune ne hatiye kirin rabûye, înfaza wî hatiye şewitandin.    * Parêzer Mehdî Ozdemîr ku têkildarî biryara "binpêkirinê" ya DMME'yê ya derbarê 40 HDP'iyên destnedayîna wan hatibû betalkirin de axivî, destnîşan kir ku divê darizandin bê sekinandin û siyasetmedarên girtî bên berdan.    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 333'yemîn de berdewam bike.    * Danişîna 9'emîn a Doza Kobanê wê di roja 4'emîn de li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam bike. (10.00-17.00)   * Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz wê li Wanê tevlî civîna gel a ku dê li ewyanek dawetê were lidarxistin, bibe. (11.00)   * Rêxistinên civakî yên sivîl wê ji bo penaberên li Edîrneyê qerîsîn û jiyana xwe ji dest dan dê li ber ber Sefaretxaneya Yûnanistanê ya li Beyogluyê daxuyanî bide. (11.30)   * Rêxistinên civakî yên sivîl ên li Amedê wê têkildarî serdegirtina ÎHD'a Amedê û binçavkirina Sekreterê ÎHD'a Amedê Ferhat Berkpinar li ber Edliyeya Amedê daxuyanî bidin çapemeniyê. Li Enqere û Stenbolê jî dê rêveberên ÎHD'ê bi heman armancê daxuyanî bidin. (11.30-13.30) ZINDΠ   * Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan a li Amed û Wanê dê berdewam bike. (13.00-16.00)