Berî bê berdan bi 2 rojan înfaza wî hat şewitandin 2022-02-04 09:06:32 ÊLIH - Înfaza girtî Ferhat Yildirim, berî bê berdan bi du rojan hat şewitandin. Ji ber ku Yildirim li ber tahdeya li girtiyê ku her du destên wî tune ne hatiye kirin rabûye, înfaza wî hatiye şewitandin.  Înfaza girtî Ferhat Yildirim ku di sala 2011'an de li Êlihê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatiye girtin û 15 sal ceza lê hatiye birîn, hat şewitandin. Desteya Çavdêriyê ya Girtîgeha Şakran a Îzmîrê ya Jimare 2'yan, bi hinceta "li ber karmendê peywirdar rabûye" û çalakiyên greva birçîbûnê yên berê înfaza Yildirim şewitand.    Yildirim, di 11'ê Mijdara 2013'an de ji Girtîgeha Êlihê ya Tîpa M'yê sewqî Girtîgeha Tekirdag a Tîpa F'yê hat kirin. Yildirim bi qasî 3 salan li Tekirdagê maye û di vî 3 salî de, ji ber ku tahde li hevalê wî yê her du destên wî tune ne hatiye kirin, bertek nîşan daye. Paşê bi hinceta "li ber karmendê peywirdar rabûye" cezayê dîsîplînê lê hatiye birîn. Ev ceza li Girtîgeha Şakranê ya Îzmîrê ya Jimare 2'yan derketiye pêşiya wî.    Desteya Çavdêriyê ya Girtîgeha Şakranê berî berdana Yildirim bi du rojan, ji ber wî cezayê dîsîplînê yê berê lê hatiye birîn înfaza wî şewitand.   Birayê wî Serhat Yildirim bertek nîşanî vê da û got: "Tahdeyê li girtiyê ku her du destên wî tune ne kirine. Birayê min û hevalên xwe jî li ber vê tahdeyê rabûne. Piştî vê tahde li wan jî kirine. Bi ser de jî berî bê berdan bi 2 rojan înfaza wî şewitandin."    Yildirim, xwest dawî li van pêkanînên kêfî bê û got: "Ji dêvla kesên îşkenceyê dikin, kesên li ber îşkenceyê radibin tên cezakirin."    Bira Yildirim, ragihand ku birayê wî Yildirim diviyabû di 29'ê Çileya 2022'yan de bihatana berdan, lê înfaza wî hatiye şewitandin û got: "Ez û wî li Tekirdagê 6 mehan di heman qawîşê de man. Piştî 6 mehan ez ji wir birim, hevalekî her du destên wî tune bûn anîn wir. Gardiyan davêjin ser qawîşê û tahdeyê li wî hevalî dikin. Birayê min û hevalên xwe jî li ber vê tahdeyê radibin. Paşê tahde li hemûyan tê kirin. Gava wan dibin nexweşxaneyê û tînin jî tahdeyê li wan dikin. Sedemeke şewitandina înfaza wî jî ev e."    Yildirim, bilêv kir ku piştî şewitandina înfazê birayê wî telefonî wan kiriye û got: "Ji me re got, 'Moralê xwe xera nekin. Çi dibe bila bibe em ê paş d egav neavêjin. Başbûna moralê bersiva herî mezin e.' Dizanibû dê înfaz wî bê şewitandin."    Yildirim, destnîşan kir ku daxwaznameya ji bo îtirazê jî çûye ber destê heman komîsyonê.   Yildirim, bang kir ku tu kes li ber van binpêkirinên mafan bêdeng nemîne û got: "Em bibin dengê girtiyan."    MA / Fethî Balaman