Rojnamevan Kaya: PDK’ê jî di êrişên Tirkiyê de cih girt 2022-02-04 10:17:06 NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan Nîhat Kaya destnîşan kir ku di operasyonên hewayî yên Tirkiyê de PDK bi xwe jî têde cih digire û got: “PDK ji bo ku têkoşîna azadiya Kurdistanê têk bibe, bi dijminên kurdan re şirîkatiyê dike.”    Balafirên şer ên Tirkiyê di 1’ê sibatê de êrişî Wargeha Penaberan a Mexmûrê, Şengal û Dêrika rojavayê Kurdistanê kirin. Di van êrişen hemwext de li Şengalê 3 kesan, li Mexmûrê 2 kesan û li Dêrikê 4 kesan jiyana xwe ji dest da û gelek kes birîndar bûbûn.    Rojnamevan Nîhat Kaya êrişên li ser Şengal, Mexmûr û Dêrikê ku piştî têkçûna DAIŞ’ê ya li Hesekê pêk hatin, rola PDK’ê, hevdîtina Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokkomarê AKP’yî yê Tirkiyê Tayyîp Erdogan nirxand û destnîşan kir ku Tirkiye bi êrêkirina hêzên navdewletî êrişan pêk aniye.    TIRKIYE BI TENA SERÊ XWE PÊK NEANIYE    Kaya anî ziman ku ev bombebaran ne êrişeke Tirkiyeyê ye ku bi hewldanên xwe pêk aniye û got: “Ne mimkin haya Amerîka û hêzên navdewletî yên din ji van êrişên li ser Şengal, Mexmûr û Dêrikê nebe. Cihê ku êriş li Dêrikê pêk hat, li ser rêya ku alîkariya lojîstîkî ya Amerîka û koalîsyonê ye. Qada hewayî jî di bin kontrola Amerîka û koalîsyonê de ye. Ez bawer nakim bêyî agahiya hêzên navdewletî êrişek çêbibe.”    BÊDENGIYA HEWLÊRÊ    Kaya bal kişand ser bêdengiya rêveberiya Hewlêrê û Bexdadê ya li hember êrişan û got: “Bêdengbûna Iraq, Bexdad û Hewlêrê jî hin bêtir gumanan zêdetir dike. Iraq bêhez û bêhal e. Hewlêr jî bi xwe di nava êrişan de cih digire. Li ber çavê Hewlêrê li dijî kurdan êriş û qetlîam tên kirin lê PDK bêdeng e. Hikumet ker û kor û lal e.”    WÊNEYÊ BARZANÎ Û ERDOGAN    Kaya da zanîn ku hevdîtina Nêçîrvan Barzanî piştî êrişan a li Enqereyê bi Erdogan re ne tesadufek e û wiha got: “Nêçîrvan Barzanî xwe wek nûner û serokê kurdan, wek serokê herêma Kurdistanê nîşan dide. Xwe wekî serwerê welatekî, yê gel dibîne. Lê helwêsta wî ya bi Erdogan re bû wêneyekî ku mirov jê şerm bike. Wêneyê Nêçîrvan Barzanî û Erdogan di navbera du alên Tirkiyeyê de asê mabû. Rêberek bêyî ala û sembolên xwe naçe tu cihî. Bi berdewamî diyar dikin ku ala Herêma Kurdistanê ala hemû herêman e. Li cihê ku rastiya PDK û Barzanî heye, lê Nêçîrvan li cem Erdogan weke parêzgarekî kolonyalîst li kêleka wî poz da. Ev rewş ji bo kurdan şerm e. Bi vê helwestê re jî derket holê ku ew çiqasî şirîkên êrişên li Mexmûr, Şengal û Dêrikê ne.”    ‘BÛYE QEYSIKÊ ERDOGAN’    Kaya axaftina xwe wiha domand: “Beşek mezin a Herêma Kurdistanê di bin dagirkeriya Tirkiyê de ye. Roj bi roj hewl tê dayîn ev dagirkerî bê rewakirin. Hewl û xebata ji bo meşrûkirina vê dagirkeriyê PDK û malbata Barzanî alîkariya Tirkiyê dike. Ji aliyê din ve hem dagirkeriya leşkerî û hem jî meşrûiyeta siyasî hêza sereke ya ku Tirkiye di warê aborî de zindî hişt PDK bû. PDK her tim bûye piştevanê rêveberiya AKP-MHP’ê. Têkiliya wan a welatekî dost nîne, hevalbendek wan nîne. Di çarçoveya wêneyan de jî ev yek derket holê. Hema piştî êrişan, bi awayekî zelal hat nîşandan ku serdana Barzanî ya Tirkiyeyê bi hev re hatiye plankirin û pejirandin. Li hemberî bertekên muhtemel ên navneteweyî, bi Nêçîrvan Barzanî re hewl hat dayîn ku parastinê bikin.”    ‘PDK DIXWAZE ŞENGAL Û MEXMÛR TUNE BIBE’    Kaya anî ziman ku PDK, kurdan weke dijmin dibîne û got: “PDK bi salan e PKK'ê û her kurdê ku têkoşîna azadiyê dide û weke PDK'ê nafikire, weke dijmin dibîne. Li Şengalê PDK reviya, êzidî bi qetlîamê re rûbirû hiştin. Ji bo ku ev xiyanet were jibîrkirin, tinekirin û neyê dîtin dijminatiya her kesê ku di têkoşîna azadiyê ya Şengalê de cih digire dike. PDK û malbata Barzanî dixwazin hemû Şengalê ji holê rakin. Dixwazin Mexmûrê bi temamî tune bikin. Dixwazin li Rojavayê Kurdistanê bi ENKS’ê re rêveberiyeke hevpar ava bikin. PDK bi dijminên kurdan re şirîkatiyê dike ku têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê têk bibe.”      MA / Azîz Orûç