Malbata Şenyaşar: Em bi şev û roj li edaletê digerin 2022-02-04 11:56:51   RIHA - Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar didome û vê peyamê belav kir: “Salek e li deriyê edliyê zilm didome. Em bi şev û roj li edaletê digerin.”    Beriya hilbijartina 24’ê Hezîrana 2018’an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de xizm û parêzvanên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrişî ferdên malbata Şenyaşar kirin û sê ferdên malbatê kuştin. Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) ji bo di dozê de edalet pêk were ji 9’ê Adara 2021’an ve li ber Edliyeya Rihayê Nobeda Edaletê pêk tînin. Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 333’yemîn de li ber edliyê berdewam dike. Emîne Şenyaşar ji ber ku nexweş e îro nehat cihê nobedê. Ferît Şenyaşar hat ber edliyê û nobedê dewam kir.    Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal têkildarî nobedê vê peyamê parve kir: “Deriyên edliyeyan awêneya edaletê Tirkiyê ye. Cubeyên remza wîjdan û bêalî yên li Edliyeya Rihayê ne, vala ne! “Salek e li deriyê edliyê zilm didome. Em bi şev û roj li edaletê digerin.”