PFDK’ê ceza li Amedsporê birî 2022-02-04 14:04:00   AMED - Amedsporê ji ber cezayê ku PDFK’ê li tîma wan biriye daxuyaniyek da. Amedsporê da zanîn ku PFDK vî cezayî tenê li tîma wan dibire û wiha got: “Em vî cezayî qebûl nakin.”   PFDK’ê bi hinceta ku di pêşbirka di navbera Amedspor û Ankara Demîr Sporê de dirûşmên ‘kirêt’ hatine berzkirin, cezayê pêşbirkeke bêpiştevan û 4 hezar lîre li Amedsporê birî. Têkildarî mijarê Amedsporê li ser medyaya civakî daxuyaniyek da û bertek nîşanî biryara PFDK’ê da.    Amedsporê diyar kir ku di maçên deplasmanan de alîgirên tîmên din li dijî piştevan, klûp û lîstikvanên wan kiryar û gotinên dermirovî dikin û ev tişt parve kirin: “Dirûşmên kirêt berz dikin. Li tîmên wan ti cezayek nayê birîn. Lê di bûyereke herî biçûk de sahaya me tê girtin û cezayên giran li me tên birîn. Ev nêzikatî nayê qebûlkirin. Hêviya me ji federasyonê ew e ku ji bo ferman û pîvanên xwe bi wekhevî nêzî hemû tîman bibe. Divê nûner û çavdêrên li maçê temaşe dikin jî wekhev nêzî hemû tîman bibin.”