Rêxistinên civaka sivîl bang kir: Peymanên dersînorkirinê betal bikin 2022-02-04 14:31:28 STENBOL - Rêxistinên Saziyên Civaka Sivîl ji bo penaberên li ser sînorê Edîrneyê ji serman jiyana xwe ji dest dayîn, daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de hat gotin ku bila hemû peymanên dersînorkirina penaberan bên betalkirin. Rêxistinên civaka sivîl ji bo penaberên ku li ser sînorê Yewnanistanê ji sermayan jiyana xwe ji dest dabûn, li ber deriyê Konsolosxaneya Yewnanistanê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de Berdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek, parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Zeynel Ozen, Mûsa Pîroglu û Zuleyha Gulum û Hevserokê Gîştî ya Komelaya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn jî di daxuyaniyê de amade bûn.   Di daxuyaniyê de pankartên “Sînoran vekin, pêşî li mirinên ser sînoran bigirin, peymanên dersînorkirinê betal bikin” hatibû vekirin. Di daxuyaniyê de Hevserokê Komeleya Şopandina Penaberan (GOÇ-DER) Kamîle Kandal axivî û wiha got: “Gelemperiya dewletan maf û azadiya mirovan binpê dikin. Ji ber polîtîkayên dijminane, gelek kes li ser sînoran di rêyên penaberiyê de jiyana xwe ji dest didin. Herî dawî jî di 2’yê sibatê de hêzên ewlekariyê yên Yewnanistanê penaber dersînor kirin û li navçeya Îpsala ya Edîrneyê cenazeyên 19 penaberan ku ji sermayan miribûn hatin dîtin. Li Tirkiye û gelek deverên din ên cîhanê penaber rastî tundiyê tên û terkî mirinê tên kirin.”    SEDEMA KOÇBERIYÊ   Kandal destnîşan kir ku li gorî rapora Neteweyên Yekbûyî (NY) di sala 2021’an de 82 milyon kes ji cihên xwe bûne û wiha domand: “Ev koçberî her ku diçe zêdetir dibe. Sedema vê koçberiyê jî şer, zextên siyasî, îşkence, bêkarî û hwd. in. Xetere li ser jiyana wan heye û rastî îstîsmar, neheqî û nêzikatiyên nebaş tên. Hema hema her roj nûçeyên mirinên penaberan tên parvekirin. Di sala 2016’an de di navbera Tirkiye û Yekitiya Ewropayê (YE) de peymana penaberan hat îmzekirin. Penaber di navbera dewletan de wek amûr tên bikaranîn. AKP jî penaberan ji bo polîtîkaya dagirkeriyê bi kar tîne.”   DAXWAZÊN XWE RÊZ KIRIN   Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Ji ber şert û mercên nebaş, birçîbûn, serma û nexweşiyan gelek penaber jiyana xwe ji dest didin. Di rewşekî wiha de YE spasiya Tirkiyeyê dike. Em dixwazin ku ev peymanên dersînorkirinê bên betalkirin. Hewceye dewlet polîtîkayên xwe li gorî qanûna penabera pêş bixin, deriyan li penaberan vekin, pêşî li mirina penaberan bigirin û peymanên dersînorkirinê betal bikin. Her wiha daxwaza me ew e ku bûyera mirina 19 penaberan a li ser sînorê Edîrneyê bê ronîkirin û hiqûqa navdewletî tevdîrên pêwîst bigire.”   KESÊN DAXUYANÎ ÎMZE KIRINE   Saziyên ku daxuyanî îmze kirîne ev in: “Platforma Piştevaniya Penaberan, Meclisa Koç û Penaberan a HDK’ê, Komeleya Şopandina Penaberan, Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) a Stenbolê, Şaxa ÎHD’a Stenbolê, Tora Piştevaniya Koçberan a Enqereyê, Komeleya Demê ya Jinan, Komeleya Pira Gelan, Partiya Jinûveavakirina Sosyalîst, Şaxa Komeleya Kedkarên Civakî ya Stenbolê. Şaxên Platforma KESK'ê, Komeleya Mafên Jiyanê, Piştevaniya Fatîh, Înîsiyatîfa Em Dixwazin Bi Hev re Bijîn, Komeleya Jiyana Nû, Hevgirtina Tarlabaşi, Partiya Çep a Kesk û Komîsyona Koçber û Penaberan.”