Xwekujên DAIŞ'ê berdan 2022-02-04 15:38:29 ENQERE - Hevjîna bersûcê firar ê Komkujiya Enqerê Ahmet Guneş, E.G. a firar û hevjîna Mûstafa Dokûmaci, Ûlkar M. a firar ku navê wê di lîsteya xwekujên DAIŞ'ê de hebû hatin berdan.  Danişîna doza Komkujiya Enqerê ku di 10'ê Cotmeha 2015'an de pêk hat li 4'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqerê hat dîtin. Danişîn derbarê bersûcên firar de bû. Derbarê jinên ku bi salan li Sûriyeyê di nav DAIŞ'ê de mabûn û pişt re vegeriyabûn Tirkiyeyê de agahî ketin dosyaya dozê.    Li gorî nûçeya ku DW Tirkî derbas kiriye, Biryarên ku di dozên hevjîna bersûcê firar ê Komkujiya Enqerê Ahmet Guneş, E.G. "Ebû Zeyneb" û hevjîna Serokê Koma Dokûmacilar a li Semsûrê yê firar Mûstafa Dokûmaci, Ûlkar M. "Hacer" de hatine dayîn ketin dosyayê.    Di doza E.G. ku sala 2014'an bi hevjîn, bira, xesî û xwezûrê xwe re tevlî DAIŞ'ê bûbû hat darizandin de 2'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Rihayê, di 18'ê mijdara 2020'an de derbarê E.G. de biryara "cih ji cezadayînê re tune ye" daye.    Yek ji kesa ku hatiye berdan jî hevjîna Serokê Koma Dokûmacilar a li Semsûrê Mûstafa Dokûmaci, Ûlkar M. "Hacer" e. Navê Ûlkar M. di lîstyeya xwekujên DAIŞ'e ya emniyetê de hebû. Danişîna Ûlkar M. ku di 9'ê cotmeha 2021'an de ji Sûriyeyê derbasî Tirkiyeyê bûbû jî di 29'ê mijdara 2021'an de hatiye dîtin û biryara berdana wê hatiye dayîn.