Bavê girtî: Di 75 salên emrê xwe de min yek carê jî edalet nedît 2022-02-04 16:47:12   WAN - Çalakiya Nobeda Edaletê ya li Wanê berdewam e. Yek ji çalakvanan Suleyman Salhan bertek nîşan da û wiha got: “Ez 75 salî me. Heta vî emrê xwe jî min tu carî edalet nedît.”    Malbatên girtiyan bi mebesta berdana girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan xelas bûyî lê nayên berdan, li Baroya Wanê dest bi Nobeda Edaletê kiribûn. Çalakî di roja 56’emîn de berdewam e. Dayika girtî Malik Demîragaç ku ev 6 sal in li Girtîgeha Tîpa T a Bandirmayê tê ragirtin Emîne Demîragaç, bavê girtî Sînan Salhan ku ev 10 sal in girtî ye û li Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê dimîne Suleyman Salhan û bavê girtî Botan Tîmûr ku 6 sal in girtî ye û li Girtîgeha Tîpa F a Wanê dimîne Kazim Tîmûr îro çalakî berdewam kirin. Rêveberên Komeleya Lêkolînên Olî û Hunerî (ARSÎSA) ya Wanê û yên Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) çûn serdana çalakvanan.    DAYIK LI EDALETÊ DIGERIN    Ji rêveberên ARSÎSA’yê Agît Ararat got ku ew xwedî li sekna birûmet a dayikan derdikevin û ev tişt anî ziman: “Em her tim bi malbatan re ne. Daxwazên wan, daxwazên me jî ne. Binpêkirin û tecrîda li ser girtîgehan didome. Malbata Şenyaşar li Rihayê û ya Gulistan Doku jî li ber Edliyeya Dêrsimê li edaletê digerin. Dayikên me li Amed û Wanê li edaletê digerin.”    ‘LI TIRKIYEYÊ EDALET NÎNE’   Ji çalakvanan Emîne Demîragaç xwest ku zarokên wan bên berdan û diyarkir ku li Tirkiyeyê edalet nîne. Demîragaç da zanîn ku ev 6 sal in tenê carekê kurê xwe dîtiye, nikare biçe serdana kurê xwe û xwest ku deriyên girtîgehan bên vekirin.    ’EV 75 SAL IN LI EDALETÊ DIGERIM’   Bavê Sînan Salhan ê 75 salî Suleyman Salhan jî wiha got: “Gelo ma li herêma me girtîgeh nînin ku kurê min veguhestin Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê? Çima birin Bafrayê? Em edaletê dixwazîn. Ez hatim 75 saliya xwe lê heta vî emrê xwe jî min li vî welatî edalet nedîtiye. Heke we dîtibe, ji kerema xwe nîşanî min jî bidin.”