Polîsan daxuyaniya ji bo astengkirina muzîka kurdî asteng kir 2022-02-04 20:39:16   ENQERE - Polîsên ku nehiştin daxuyaniya têkildarî astengkirina muzîka kurdî ya hunermendên kuçeyan bê dayîn, ji girseyê re gotin: "Em ê nehêlin hûn bi kurdî bistrên."    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mamakê, xwest li ber avahiya xwe têkildarî astengkirina muzîka kurdî ya hunermendên kuçeyan ku li Stenbolê hatibû astengkirin daxuyaniyekê bide. Polîsan girseya ku hewl da daxuyaniyê bide û bi kurdî bistrê dorpêç kir. Girseyê di hundirê avahiya partiyê de dirûşmeyên wekî “Her bîjî zimanê Kurdî” û “Ziman hebûna me ye” berz kirin.    ‘EM Ê NEHÊLIN'   Girseyê bertek nîşanî astengkirina polîsan da. Polîsan jî ji girseyê re got: "Em ê nehêlin. Em ê nehêlin hûn bi kurdî bistrên. Ger hûn dixwazin bistrên, herin ji xwe re cihekî sergirtî bibînin. Herin li hêwana dawetê bistrên."    Girseyê jî got: "Çi dibe bila bibe, em ê li her derî bistrên û çand, ziman û hunera kurdî berbelav bikin. Em ê heya dawiyê li ber zextan û astengkirinan li ber xwe bidin. Em vê feraseta qedexekir û faşîst şermezar dikin."