Li Xîzanê serbanê qada sporê hilweşiya: 2 zarok birîndar bûn 2022-02-04 20:47:52   BEDLÎS - Li navçeya Xîzanê ji ber berfê serbanê qadeke sporê ya li hewşa dibistanekê hilweşiya. Du zarok di bin kavilan de man.    Li Taxa Yeşîlova ya navçeya Xîzan a Bedlîsê ji ber berfê serbanê qadeke sporê ya li hewşa Dibistana YÎBO'yê hilweşiya. 4 zarokên ku wê demê li qadê ji xwe re dilîstin 2 jê di bin kavilan de man. Piştî xeber hat şandin komên Şaredariya Xîzanê û AFAD'ê çûn cihê bûyerê. Zarokên di bin kavilan de bi mudaxileya koma şaredariyê û AFAD'ê û welatiyên li derdorê ji bin kavilan hatin derxistin.   Zarokên birîndar bûn rakirina Nexweşxaneya Dewletê ya Xîzanê. Piştî mudaxileya li vir zarok sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Bedlîsê hatin kirin.