Gelan bi şoreşê bersiva komployê dan 2022-02-05 09:04:28 RIHA - Rojnamevan Seyît Evran, diyar kir ku armanca komploya navdewletî tasfiyekirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û tevgera wî bû û got: "Lê bîrdozîya ku hat xwestin bê tunekirin, şoreşek çêkir. Gelan bi şoreşê bersiva komployê dan."  Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan piştî bi komployeke navdewletî ji Sûriyeyê hatibû derxistin, bi pêşengiya dewletên Rêxistina Peymana Atlantîka Bakur (NATO) di 15'ê Sibata 1999'an de radestî Tirkiyeyê hatibû kirin. Ocalan, ji wê çaxê heya niha li Girtîgeha Îmralî ya Tîpa F'yê di şert û mercên dijwar de tê tecrîdkirin.      Komploya ku 23 sal berê ji bo tasfiyekirina Ocalan û PKK'ê hatibû kirin, negihaşt armanca xwe û tevî hemû şert û mercên tecrîda girankirî jî Ocalan li Kurdistanê, Tirkiye û Rojhilata Navîn bi teza xwe ya modernîteya demokratîk a li dijî krîza netew-dewletê, di çareseriyê de israr dike.    ROJNAMEVAN SEYÎT EVRAN BEHS KIR   Rojnamevan Syît Evran, bandora fikir û ramana Ocalan a li Rojhilata Navîn û çar hawirdorên cîhanê nirxand.    Evran, diyar kir ku Ocalan bi gotinên xwe û kirinên xwe bandor li milyonan kesî kiriye. Evran, destnîşan kir ku fikr û ramana Ocalan a dihat xwestin bi komployê bê tunekirin, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şoreş kiriye û yên herî zêde bandor ji fikr û ramana Ocalan digirin jî jin û ciwan in.    ŞOREŞEKA HERÊMÊ   Evran, tiştên qewimîn wekî "şoreşeka herêmê" pênase kirin û got: "Ne hêsan e mirov behsa felsefe, bîrdozî û fikirên şoreşeka herêmê bike. Em behsa rastiya gelekî dikin ku li ber tunekirinê bû û dihat xwestin bi betonê ser wê bê girtin."   Evran, diyar kir ku ew zext û zoriyên ku ji roja Komara Tirkiyeyê hatiye avakirin heya niha li ser kurdan didomin sîrayetî hemû qadên jiyanê kirine û got: "Ez, ji ber ku min li dibistanê bi kirmancî xeber da li min xistin. Min dan ber dîsîplînê. Ev di salên 1980'yan de qewimîn. Ne saline dûr in. Bi sedan mirovên wekî min sirf ji ber bi kurdî axivîne, bi van tiştan re rû bi rû man û hatin girtin. Êdî atmosfereke wisa hebû ku kurd ji kurdbûna xwe direviyan. Mirov wekî ji nexweşîneke kujende birevin ji kurdbûna xwe direviyan. Tirseke mezin hatibû afirandin. Em, bi gotinên derbarê tiştên hatine serê Şêx Seîd û Seyîd Riza de mezin bûn. Di cihekî bîra me de tim û tim serîhildan hebû. Dihat gotin, piştî serîhildana Dersimê her tişt temam bûye. Her kesî digot, 'kurd dikarin bibin her tişt lê nikarin bibin rêxistinek.' Lê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ew wêrekiya afirandina rêxistinekê ya ji vê rastiyê da der."    ‘EV MIROV JI YÊN DIN CUDA NE'   Evran, diyar kir ku xebatên rêxistinbûyînê yên ku Ocalan ew dabûn destpêkirin di demeke kurt de berbelav bûne û got: "Tevgera rêxistinbûyînê bi biryardarî, wêrekî û baweriyek mezin dest pê kir. Êdî her kesî digot, 'Ev mirov ne wekî yên din in.' Ji lew re mirovên li dor felsefeya Ocalan kom dibûn, tiştên digotin pêk dianîn. Li Bakur di demeke pir kurt de ku kesî texmîn nedikir, beşdarbûyîneke zêde çêbû. Kesên tevli PKK'ê bûn, wekî derwêşan xebitîn. Di demeke kurt de veguherî tevgereke ku Tirkiye jê tirsiya. Di 1979'an de li Tehranê gava avêtin ser Balyozxaneya DYA'yê, di belgeyan de dihat gotin, 'tevgerek dest pê kiriye û pir talûke ye.' Paşê tê gotin li Tirkiyeyê derbeya eskerî ya 1980'yî ji ber van belgeyan hatiye kirin. Serî li komployan dan, lê bi ser neketin. Bera pêşengên wê dan, lê xebatên rêxistinbûyînê berfirehtir bûn."    BI MILYONAN MIROV DAKETIN KUÇEYAN   Evran, bibîr xist ku gava li Tirkiyeyê û deverên kurdan dengê lingên derbeya eskerî hatine bihîstin Ocalan di Tîrmeha 1979'an de derbasî Sûriyeyê bûye û şitilên "Şoreşa Rojavayê" wê demê hatine danîn. Evran, bilêv kir ku gava Ocalan li Filîstîn û Lubnanê xebatên rêxistinbûyînê didomandin, ji kadroyên sereke yên PKK'ê Mehmet Karasûngûr li Başûr û Mahsûm Korkmaz jî li Bakur xebatên rêxistinbûyînê domandine û li Rojavayê jî derdora ku ewil PKK'ê nas kiriye jî komên xwendekaran bûne.    Evran, destnîşan kir ku Rojava ji roja roj de herêmeke di nav lêgerînê de bûye û got: "Herêmeke ku piştgiriya hemû serhildanên li Rojhilat, Bakur û Başûr kiriye. Bandora wê li Bakur û Rojavayê Kurdistanê her çû zêde bû. Parelelî vê li Başûrê Kurdistanê jî wiha bû. Ewilî li wir jî wekî Bakur û Rojava komên xwendekaran tev lê bûn. Li Rojhilatê Kurdistanê jî xebatên rêxistinbûnê çêbûn. Lê PDK hewl dabû wan tasfiye bike û li wir bi PKK'ê re şer kir. Ev tişt, di belgeyên wê demê yên pêşmergeyan de hene. Li Rojhilatê jî bû xwedî bandor. Lê bi mudaxilenî pêşwext eşkere bû. Lê gava Rêberê PKK'ê di 1999'an de radestî Tirkiyeyê hat kirin seranserê Rojhilatê rabû ser pêyan. Bi milyonan mirov daketin kuçeyan, bi hezaran jê jî tevli nav refên gerîla bûn."    FIKIRÊN WÎ LI SERANSERÊ CÎHANÊ BELAV BÛN   Evran, destnîşan kir ku Ocalan tenê ne li her çar perçeyên Kurdistanê, li Qafqasya, Asyaya Navîn û Yekîtiya Sovyetê jî bandor li kurdan kiriye û fikirên wî Ewropa jî di nav de li seranserê cîhanê şax vedane û beranberiyek wan çêbûne.    Evran, bilêv kir ku PKK di navbera 1984-1992'yan de, di demeke kurt de veguheriye tevgereke civakî û xebatên Ocalan ên têkildarî Rojhilata Navîn ên beriya partîbûnê ji bo vê civakîbûnê bûne zemîneke xurt.    TIFAQA BIRATIYA GELAN   Evran, destnîşan kir ku tevgera ku Ocalan daye destpêkirin, ji bo gelek derdorên "bindest û yên dixwazin dest bi têkoşînê bikin" tevgereke rênîşander e û ev tişt lê zêde kirin: "Gelek mirovên suryanî çûn akademiya ku Birêz Ocalan ders lê dida û bi vî awayî tevger ava kirin. Gelek mirovên pakistanî ji bo têkoşîmeke şoreşger bidin destpêkirin çûn Akademiya Mahsûm Korkmaz. Hin jê jî ji bo tecrûbeyê çûn Zapê. Ji gelên herî zêde bandor jê girtin jî gelê ereb e. Ez hem li Iraqê, hem jî li Sûriyeyê bûm şahidê vê. Piştî şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelê ereb hîn bêtir dixwaze Ocalan nas bike. Sedemeke êrişên li ser Rojavayê jî ev e. Ev pergal her diçe vediguhere pergaleke ku tevahiya herêmê dixe bin bandora xwe. Gava şoreş dest pê kir gelan got, 'Em ne li gel rejîmê ne jî li gel kesên xwe wekî nemuxalif didin nîşandan" û rêya sêyem bijartin. Rêya sêyem, pergaleke demokratîk, pergaleke jiyana bi hev re ya gelan û bîr û baweriyên cuda ye. Tenê ne kurd an jî her çar perçeyên Kurdistanê, veguherî felsefeyeke wêdeyî Rojhilata Navîn. Bi hezaran enternasyonal tevli Şoreşa Rojavayê bûn. Em behsa felsefeyeke global dikin."    BI ŞOREŞÊ BERSIVA KOMPLOYÊ DAN   Evran, diyar kir ku 23 welat tevli komploya navdewletî ya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bûne, lê ev welat negihaştine armanca xwe.    Evran got: "Xwestin tevgera Ocalan belawela bikin, lê tevger belawela nebû. Li bendê bûn bi çarenivîsa ku ji bo tevhiya tevgerên herêmê rû dabû ji bo wê jî rû bide, lê nebû." Evran destnîşan kir ku sedema vê yekê jî jî hûnandina vê tevgerê ye, ji lew re hûnandina wê hûnandinek cuda ye. Evren, anî ziman ku ji bo perçekirina PKK'ê gelek plan û pêkanîn hatine çêkirin û axaftina xwe bi vî awayî bi dawî kir: "Birêz Ocalan li hundir bi awayekî pir serkeftî li ser vê hûr bû û ev yek veguherand berhemên dîrokî û ew gihand gelan. Tevgera ku dihat xwestin bi kongreyê bê qedandin, perspektîfên vê felsefeyê esas girtin û di 19'ê Tîrmeha 2012'an de şoreşeke bêhempa derxist holê. Ev şoreş, niha bûye îlhama hemû gelan. Bîrdoziya ku hat xwestin bê tunekirin, şoreş çêkir. Gelan bi şoreşê bersiva komployê dan. Tişta xwestin bi komployê biqedînin, bi şoreşê derket pêşberî wan. Kesên ji komployê tu encam bi dest nexistin dê ji tecrîda mutleq jî tu encamê bi dest nexin."    MA / Emrullah Acar