Fatûreya wî ya ceryanê 17 hezar hat: Karê xwe li ber mûmikê dike 2022-02-05 09:04:29 ÎZMÎR - Li navçeya Bûcayê fatûreya ceryanê ya nanpêj Azad Kizil ku berê 6 hezar dihat, niha 17 hezar tê. Kizil, ji bo vê yekê protesto bike karê xwe li ber roniya mûmikan dike.  Êdî ne welatî û ne jî esnaf nikarin ji bin fatûreyên ceryanê rabin. Li gor daneyên dawî yên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) di Çileya 2022'yan de li Îzmîrê ceryan li gor meha borî ji sedî 69,97 biha bûye.    Ji ber vê bihabûnê li çar hawirdorên Tirkiyeyê welatî dadikevin kuçeyan û bertekên xwe nîşan didin. Yek ji van kesan jî li navçeya Bûca ya Îzmîrê nanpêj Azad Kizil e. Fatûreya ceryanê ya meha Çileyê ya nanpêjê 13 salan Azad Kizil 6 hezar û 768 TL hatiye, lê vê mehê 17 hezar û 131 TL hatiye. Kizil jî ji bo vê bihabûnê protesto bike, êdî karê xwe li ber roniya mûmikê dike. Kizil, gav dibe êvar ampûlan vênaxe, ji dêvla wan mûmikan vêdixe.    Kizil, anî ziman ku 6 sal in hema bibêje tu tiştî qezenc nake û her diçe rewş xirabtir dibe.    Kizil, diyar kirin ku dewlet mudaxileyî fiyetê arvan kiriye û got: "Lê havên, xwê, av heye. Nan, tenê ne arvan e. Ev kargeh 13 sal in heye. Cara ewil e hindik maye em wê bigirin. Berê me digot, 'krîz demborî ne.' Lê êdî sermiyanê me jî dihele. Di dîroka nanpêjiyê de cara ewil e em dibînin heya tu pere neşînî arvan nayê. Berê me arvan dikirî û paşê me pere dida. Lê niha dibêje, 'ger tu pere bişînî ez ê arvan bişînim.' Ez nikarim meaşê kêm bidim yên li cem min dixebitin. Em fedekariyê ji bo xwe nakin, ji bo vê hikumetê dikin!"    Kizil, anî ziman ku êdî heqê nan bi mirovan re tune ye û got: "Hin kes hene bi karta krediyê nanekî du nanan dikirin. Kes ji vê rewşê nerazî ye. Armanca min ez şîrketên ceryanê protesto bikim. Çavkaniyên gel bi fiyetekî pir biha difiroşin gel. Em dixwazin alîkariya esnafan bê kirin. Ger esnaf nikaribe ji vê rewşa zehmet xelas bibe, dê welat îflas bike. Bi hezaran esnafên wekî me hene. Ger wisa bidome, dê piraniya nanpêjan dikanên xwe bigirin. Demildest divê mudaxileyî vê rewşê bê kirin."    MA / Tolga Guney