Rojnameger Sarya: Xeta îxanetê dê têk biçe 2022-02-05 11:46:52 NAVENDA NÛÇEYAN – Rojnameger Bêrîtan Sarya, êrişên Tirkiyeyê nirxand û wiha got: “Li rexekî xeta îxanetê û li rexa din jî xeta berxwedanê heye. Aliyek, bi hêza xwe ya cewherî li ber xwe dide û teslîm nabe. Lê li rexa din xeta îxanetê heye ku Nêçîrvan diçe xwe diavêje ber piyên şefê faşîst. Lê çi dibe bila bibe dê xeta îxanetê winda bike.”  Tirkiyeyê di 1’ê Sibatê de êrişî Wargeha Penaberan a Mexmûrê ku di bin parastina Neteweyên Yekbûyî (NY) de ye, Şengal û herêmên Dêrik û Şehba yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Di encama bombebaranan de li Mexmûrê 2, li Şengalê 3 û li Dêrikê jî 4 kesan jiyana xwe ji dest dan. Gelek kes jî di van êrişan de birîndar bûn. Têkildarî mijarê rojnameger Bêrîtan Sarya ji ajansa me re axivî.    Rojnameger Bêrîtan Sarya diyar kir ku Tirkiyeyê piştî têkçûna DAIŞ’ê ya li Hesekê ev êriş bi mebesta tolhildanê pêk anîne û wiha got: “Xwestin bi DAIŞ’ê re derbekî mezin li Rêveberiya Xweser û HSD’ê bidin. Qala du planan dihat kirin. Yek jê dê DAIŞ’ê serweriya xwe ragihandibûya ku dixwest ji Hesekê heta Dêra Zor û Reqayê bi dest bixe. Lê têk çû. Ev DAIŞ’iye ji Iraq, Serêkanî û Girê Spî hatibûn. Anku plana heyî Tirkiyeyê amade kiribû. Plana duyemîn, heke DAIŞ’ê ev dever dagir bikirana dê Tirkiye bi hinceta ‘şerê li dijî DAIŞ’ê’ dê biketa Hesekê. Lê ev plana bi saya berxwedana HSD’ê têk çû.”    BI TÊKÇÛNA DAIŞ’Ê RE TIRKIYE KETE DEWRÊ   Sayar destnîşan kir ku êrişa DAIŞ’ê û ya Tirkiyeyê girêdayî hev bûn û wiha domand: “DAIŞ’ê di 20’ê çileyê anku roja salvegera êrişên dagirkeriyê yên li dijî Efrînê dest pê kir. Rêveberiya Xweser jî di 20-21’ê çileya 2014’an de damezirandina xwe ragihandibû. Di 20-21’ê çileya par de jî DAIŞ’ê li Deşîşa ya Hesekê 2 jinên ereb ku xebatkarên Rêveberiya Xweser bûn, qetil kiribûn. Di 20’ê çileyê de Wezîrê Parastinê Hulusî Akar, Serokê Serfermandariyê û şandeyek li Şirnexê bû. Ev tevek jî nîşan didin ku ev êriş, êrişeke plankirî bû. Bi têkçûna DAIŞ’ê re jî Tirkiyeyê êriş dan desptêkirin.”   ‘DIXWAZIN RÊVEBERIYA XWESER QELS BIKIN’   Rojnameger Sarya got ku mebesta Tirkiyeyê ya ji êrişan Rêveberiya Xweser û pergala jinan e û wiha pê de çû: “Tifaqa stratejîk a kurd û ereban, nasnameya kurd hedef tê girtin. Hêzên navdewletî ji ber berjewendiyên xwe destûrê didin Tirkiyeyê. Naxwazin pergala Rêveberiya Xweser li herêmê belav bibe. Ne dixwazin tune bikin û ne jî bi temamî red bikin. Lewma hewl didin qels bikin. Ji bo vê yekê destûrê didin Tirkiyeyê. Êrişên Tirkiyeyê qet nesekinîn. Hewl dide Rêveberiya Xweser bifetisîne, destkeftiyên kurdan tune bike û qirkirina xwe temam bike.”   Sarya da zanîn ku armancên DYA û Rûsyayê ji yên Tirkiyeyê cudatirin lê naxwazin kurd û jinên azadîxwaz li herêmê bibin hêz. Sarya got ku DYA û Rûsya ji bo berjewendiyên xwe, Tirkiyeyê wek amûreke zextê bi kar tîne. Sarya, wihja dirêjî da axaftina xwe: “Heke bala we kişandibe, tenê têkiliyên leşkerî di navbera DYA û HSD’ê de hene. Ji bo naskirina Rêveberiya Xweser hêj jî gavek neavêtîne. Qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di destê van hêzan de ye lê pêşî li ÎHA-SÎHA’yên Tirkiyeyê nagirin.”    ‘SEROKÊN DAIŞ’Ê LI SÎNORÊ TIRKIYEYÊ HATIN KUŞTIN’    Bi domdarî Sarya daxuyand ku her du serokên DAIŞ’ê jî li herêmên di bin kontrola Tirkiyeyê de hatine kuştin û ev nirxandin kir: “Ev demekî dirêj bû ku HSD’ê û DYA’yê ji bo El Selbî xebat dimeşandin. Têkildarî El Selbî min bi gelek DAIŞ’iyên girtî re hevdîtin kirin. Wan digotin ku di dema El Selbî de têkiliyên DAIŞ’ê yên bi Tirkiyeyê re xurtir bûne. Di lêkolînên min de xuya bû ku Selbî di sala 2017’an de çûye Idlibê û ji wir jî derbasî Tirkiyeyê. Herî dawî jî vedigere Dêrazorê. Çavkaniyên taybet jî dan zanîn ku Selbî di 2018’an de vedigere Idlibê û ji wir jî diçe Tirkiyeyê.”   ‘CIVÎNA MÎT Û DAIŞ’ê’   Sarya da zanîn ku MÎT’ê di sala 2019’an de li Dîlokê bi pêşengtiya Selbî, bi 13 emîrên DAIŞ’ê re civînek li dar xistiye û hûrgiliyên wê wiha parve kir: “Xwestin ji bo DAIŞ’iyên li Iraq û Sûriyeyê hêzên nû veguhêzin, DAIŞ’ê xurt bikin û qada xwe berfirehtir bikin. Avakirina şaneyên li Rêveberiya Xweser jî ji Tirkiye û Idlibê koordîne kirin. Selbî di mehên nîsan-gulana 2020’an de dîsa çû Idlibê û ji wir derbasî Tirkiyeyê bû. DAIŞ, herî zêde li van qadan ji hêla Tirkiyeyê ve tê birêxistinkirin.”    ÊRIŞÊN SER ŞENGALÊ    Di berdewamê de jî Sarya got ku Tirkiye ji 2017’an ve êrişên giran li Şengalê dike û wiha derbirî: “Gelek kes hatin qetilkirin. Di 2020’an de jî PDK û Iraqê bi mîsogeriya NY’ê Peymana 9’ê Cotmehê mohr kir. Bi vê peymanê dixwazin îradeya xelkê Şengalê bi temamî ji holê rakin. Pêşengtiya vê jî NY dike. Bi vê peymanê re pêşî li êrişên Tirkiyeyê vedikin. Lê tevî vê zext û êrişan jî gelê êzdî li ber xwe dide. Tirkiye hewl dide tişta ku DAIŞ’ê nekarî bike, pêk bîne.”   ‘XETA ÎXANETÊ DÊ WINDA BIKE’   Sarya herî dawî jî bal kişand ser hevkariya PDK û Tirkiyeyê û axaftina xwe wiha xelas kir: “PDK yek ji hevkarên sereke yên Tirkiyeyê ye. Tiliya wê di êrişên ser Mexmûr, Şengal, Dêrik û Şehbayê de heye. Li Kurdistanê du xet hene. Yek xeta berxwedanê ye û ya din jî xeta îxanetê ye. Di demekî ku Tirkiye kurdan qir dike de PDK û Nêçîrvan Barzanî çûn ber piyê şefê faşîst. Xetek tevî her êrîşan jî bi hêza xwe ya cewherî li ber xwe dide û teslîm nabe. Lê xeta îxanetê diçe ber piyê şefê faşîst û êrişî gelê xwe dike. Lê çi dibe bila bibe, xeta îxanetê dê winda bike.”    MA / Azîz Oruç