Malbata Şenyaşar: Em mafdar in û dê bi ser kevin 2022-02-05 12:29:58   RIHA - Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar berdewam e. Malbatê têkildarî çalakiyê daxuyaniyek da û got: “Lii hemberî zilmê, dê edalet bi ser keve. Em mafdar in û dê bi ser kevin.”    Di 14’ê hezîrana 2018’an de parêzvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz û xizmên wî, li Sûrûç a Rihayê êrişî malbata Emîne Şenyaşar kiribûn. Di êrişê de hevjînê Emîne Şenyaşar û du kurên wê hatibûn kuştin. Kurê Şenyaşar, Ferît Şenyaşar jî bi birîndarî xelas bûbû. Malbatê ji bo edaletê, di 9’ê adarê de li ber deriyê Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatê 334 roj li pey xwe hişt.  Di rojên betlaneyê de deriyê edliyeyê girtî ye lewma jî malbatê nobeta xwe li mala xwe domand. Malbatê têkildarî mijarê li ser medyaya civakî peyamek parve kir û wiha got: “Li Rihayê kî bihêz be, edalet jî tenê bo wan heye. Yên mafdar jî tenê dema li ber xwe didin digihijin heqê xwe. Em mafdar in. Li dijî zilmê dê edalet bi ser keve. Serkeftin dê ya me be.”