Aysel Tûglûkê cardin birin Girtîgeha Kandirayê 2022-02-05 19:19:15   STENBOL - Siyasetmedar Aysel Tûglûk ku sewqî ATK'ê hatibû kirin cardin birin Girtîgeha Kandira ya Tîpa F'yê.    Siyasetmedar Aysel Tûglûk ku di girtîgehê de nexweşîna demansê lê peyda bûbû û çend roj berê sewqî Saziya Tibê ya Edlî A(TK) hatibû kirin, cardin birin Girtîgeha Kandira ya Tîpa F'yê. Bira Alaattîn Tûglûk, anî ziman ku xwişka wê Tûglûk 3 rojan li ATK'ê maye û paşê cardin wê şandine girtîgehê û got: "Di biryara dadgehê de dihat gotin herî zêde dikare 3 hefteyan bimîne. Helbet şertê 3 hefteyan tune bû, lê Saziya Tiba Edlî tenê 3 rojan ew da sekinandin."    Bira Tûglûk, wê roja duşemê biçe girtîgehê cem xwişka xwe Tûglûkê û got: "Agahiyên hiqûqî ji parêzeran bên girtin dê rastir be. Daxwaza me tenê başbûna tenduristiya xwişka min e."