Sancar: Ger em li Dersimê bi ser bikevin, em ê li Tirkiyeyê jî bi ser bikevin 2022-02-05 21:08:55   DERSIM - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar, anî ziman ku êrişên sîstematîk ên li hemberî Dersimê laboratûvara feraseta ku tê xwestin li Dersimê bê avakirin bi xwe ye û got: "Ger em karibin di çarçoveya demokrasî, edalet, wekhevî û azadiyê de têkoşîna hevpar pêk bînin em ê karibin pêşî li ber hemû êrişên li Dersimê tên kirin bigirin. Em ê li Tirkiyeyê jî bi heman awayî bi ser bikevin."    Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, têkildarî kongreyên rêxistinên bajêr ên partiyê li Dersimê hevdîtin bi nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl re kirin. Hevdîtin li Otêla Grand Şaroglû hat çêkirin. Serokê Baroya Dersimê Kenan Çetîn, cîgirên şaredarê Dersimê Canan Ay û Umît Kaya, Hevşaredarê ŞAredariya Akpinarê Orhan Çelebî yê qeyûm tayinî şûna wî hat kirin, Rêvebirên Komeleyên Elewî yên Demokratîk (DAD), Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal (PSAKD), ÎHD, CHP, ESP, Partîzan, EMEP, SMF û sendîkayên girêdayî TMMOB û KESK'ê tevli hevdîtinê bûn.    Parlementerê HDP'ê yê Dersimê Alîcan Onlu, Serokê Giştî yê Konfederasyona Yekîtiyên Elewî ya Ewropayê û parlementerê berê Tûrgût Oker, Hevserokên HDp'a Dersimê Nûrşat Yeşîl û Îbrahîm Kasûn û Endamê Meclîsa Partiyê Nesîmî Aday jî tevî Sancar tevli civînê bûn.    Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar, di hevdîtinê de li ser krîzên piralî yên li Tirkiyeyê, êrişên li ser Dersimê û Tifaqa Demokrasiyê senkinî. Sancar anî ziman ku êrişên sîstematîk ên li hemberî Dersimê laboratûvara feraseta ku tê xwestin li Dersimê bê avakirin bi xwe ye û got: "Ger em karibin di çarçoveya demokrasî, edalet, wekhevî û azadiyê de têkoşîna hevpar pêk bînin em ê karibin pêşî li ber hemû êrişên li Dersimê tên kirin bigirin. Em ê li Tirkiyeyê jî bi heman awayî bi ser bikevin."    Sancar, destnîşan kir ku ji bo tevî hêzên demokrasiyê rêya xwe diyar bikin û meşa xwe bidomînin hevdîtinan dikin û li her bajarî bi derdorên demokratîk re rûdinên û civînên îstoşarekirinê dikin. Sancar, bilêv kir ku hevdîtina îro jî di vê çarçoveyê de dikin.   Sancar di axaftina xwe de li ser meseleyên Dersimê sekinî û got: "Dersim ji gelek aliyan ve tê dorpêçkirin û bi êrişan re rû bi rû ye. Ev êrişên li vir ji bo hemû deverên Tirkiyeyê derbasdar in. Ji lew re em bi feraseteke îqtidarê ya wisa re rû bi rû ne ku bawerî, xweza û gelan talan dike."    Sancar, diyar kir ku peywireke pir girîng û dîrokî li ber wan e û got: "Di Hezîrana borî de min di axaftina xwe ya li vir de gotibû dê sala 2022'yan bibe sala fînalê. Min gotibû dê bibe sala fînalê ya hesbapirsînê ya ji bê feraseta tekparêz, çewisîner, rantxurt. Lê ji bo em karibin divêtiya vê sala fînalê bikin, divê em bibin yek û heqê têkoşînê bidin. Divê em ne li ser veqetînê li ser hatine cem hev hûr bibin. Divê em nîqaş bikin ku divê em li ku li cem hev bin. Ger em karibin li cem hev bimeşin, dê nîqaşa bi hev re pêkan e, hêsan be û baştir be.    Hevparî û tevkariya têkoşînê di heman demê de nîqaşkirina bi hev re ye jî. Lêpirsînê û rexneyê jî dihewîne. Rêgezên me, armancên me diyar in. Ji bo vê jî divê em li dor têkoşîneke hevpar bên cem hev û hemû qadên jiyanê tije bikin. Peywira sereke ya li benda me ev e. Helbet dê fikirên cuda hebin. Jixwe gava em behsa tifaqa demokrasiyê ya herî ebrfireh dikin, em behsa vê dikin ku fikirên cuda bên cem hev du. Di vî warî de tu şik û gumanên min tune ne. Dê Dersim tevî hemû zor û zehmtiyan jî nekeve dafika veqetînê. Bereksê wê dê Dersim bike ku hemû cudahî ber bi armanca hevpar ve biçinç Tu şik û gumanên min tune ne, dê Dersim vê yekê bike."   Piştî axaftina Sancar, ji bo beşdarvan bi rihetî karibin baixivin hat xwestin ku rojnamevan deng tomar nekin.