Piştî kuştina emîrê DAIŞ'ê bi 2 rojan Soylû çû Îdlîbê 2022-02-05 22:49:48     NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyeyê Suleyman Soylû, piştî kuştina emîrê DAIŞ'ê el-Qureyşî bi 2 rojan çû Îdlîbê.    Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyeyê Suleyman Soylû û Serokê Rêvebiriya Afet û Rewşa Lezgîn (AFAD) Yûnûs Sezer li Îdlîbê malên brîket ên tên çêkirin vekolandin. Herêmên ku Soylû çûnê di bin kontrola Heyet Tehrîr El Şamê de ne.   Cihê ku Soylû çûyê, bi qasî çend kîlometreyan dûrî cihê ku di 3'yê Sibatê de bi tevkariya QSD û Koalîsyona Navneteweyî emîrê DAIŞ'ê Ebû Îbrahîm el-Haşimî el-Qureyşî lê hatibû kuştin.