Bijîjkan tedawiya girtiyê siyasî sekinandin û emeliyata wî betal kirin 2022-02-06 10:35:39   MÊRDÎN - Bijîjkên Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîlê, ji ber ku ji wan re aşkera kir girtiyê siyasî ye, tedawiya girtî Seyîthan Ay dan sekinandin û emeliyata wî betal kirin. Li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê jî tedawiya şaş li Ay hat kirin.    Seyîthan Ay ku 29 sal û 8 meh in girtî ye û niha li Girtîgeha Tîpa D a Amedê tê girtin, beriya 6 mehan bi gazinda êşa qirêka xwe serî li revîra girtîgehê da. Ji ber ku bi mudaxileyên revîrê êşa wî nehat derbaskirin sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîlê hat kirin. Bi qasî 4 mehan tedawiya bi dermanan li Ay hat kirin. Lê rexmî vê jî baş nebû û 13 kîlo winda kir. Bijîjkan jê re got divê tu emeliyat bibî. Di meha mijdarê ya sala 2021'an de dema ku sewqî bijîjkê guh, poz û qirêkê yê Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîlê hat kirin, nîjadperestî lê hat kirin.    EMELIYATA WÎ HAT BETALKIRIN   Bijîjk M.H.E. ji Ay pirsa sedema girtina wî dike û li ser bersiva Ay a "Ez girtiyê siyasî me" ev tişt ji Ay re dibêje: "Pêwistiya  te bi emeliyatê tune ye. Pêwistiya te bi dermanan jî tune ye. Tu bi vî awayî jî dikarî bijî. Em dikarin tedawiyê bi dawî bikin." Li ser vê Ay bi bijîjk M.H.E. re nîqaş dike. Piştî vê Ay ji nexweşxaneyê tê derxistin û careke din wî dişînin girtîgehê. Emeliyata Ay jî bêyî ku pê re hevdîtin bê kirin ji aliyê bijîjk N.G. ve tê bi dawîkirin.    TEDAWIYA WÎ ŞAŞ  HATIYE KIRIN   Ji ber ku êşa wî berdewam dike Ay li şûna Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîlê sewqî Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê tê kirin. Li vir jî tedawiya Ay şaş tê kirin. Parçeyê ku divê ji qirêka wî bê girtin ji cihekî din tê girtin û ji ber vê tedawiya wî careke din ji serî ve tê destpêkirin.    GILIYA BIJÎJKAN DIKE   Piştre girtî Ay, malbat û parêzerê xwe Lokman Emen ji vê rewşê haydar dike. Li ser vê haydarkirinê parêzer Emen li Serdozgeriya Komarê ya Amedê giliya her du bijîjkan dike. Emen, diyar kir ku Serbihîjkiya Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîlê, Miduriyeta Tenduristiyê ya Bajar a Amedê, Odeya Bijîjkan a Amedê û Yekitiya Bijîjkan a Tirk (TTB) jî ji rewşê haydar kiriye û got ku bijîjkan sûcê "nefret û cihekariyê" kirine û peywira xwe ne baş bi kar anîne.   17 KÎLO  WINDA KIRIYE   Emen, da zanîn ku ji ber tedawiya şaş giliya kesên eleqedar ên Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê jî kiriye û derbarê rewşa muwekîlê xwe de ev agahî dan: "Ji ber girtina parçeyê şaş encamên şaş hatine bidestxistin. Wê careke din Ay bikin biyopsiyê. Di vê pêvajoyê de muwekîlê min 17 kîlo winda kiriye. Di axaftinê de zehmetî dikişîne. Bi zorê bêhn digire û dide. Timik dikuxe. Hin caran ji ber tiştên dibêje nayên fêmkirin neçar dimîne dinivisîne. Di vî 6 mehî de de tenê bi xurekên avî û mamayan dijî. Di demên dawîn de binpêkirinên mafan ên ciddî li girtîgehan hene. Girtiyên nexweş terkî mirinê hatine kirin. Hem Wezareta Edaletê hem jî Wezareta Tenduristiyê ji vê rewşê berpirsyar in. Divê demildet dest li vê rewşê bê werdan."   MA / Ahmet Kanbal