Esnafên Geverê li şûna ceyranê find pêxistin! 2022-02-06 10:36:49   COLEMÊRG - Esnafên Geverê, ji ber ku fatoreyên wan en ceyranê zêde hatine li dikanên xwe find pêxistin û zêdebûna fatoreyan şermezar kirin.    Ji ber zema ku hatiye ser ceyranê fatoreyên ceyranê yên meha çileyê gelek zêde hatin. Ji ber van fatoreyên zêde li bajaran çalakiyên şemezarkirinê tên lidarxistin. Duh li navçeya Gever a Colemêrgê bi sedan kes meşiyan û fatoreyên ceyranê yên zêde şermezar kirin. Di saetên êvarê de jî esnafên li semta TOKÎ'yê li şûna ceyranê find pêxistin û fatoreyên zêde şermezar kirin.