Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Keskîn serdana malbata Şenyaşar kir 2022-02-06 12:28:56   RIHA - Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn serdana malbata Şenyaşar ku têkoşîna xwe ya edaletê didomîne kir û qurnefîl û stûmala ku Dayikên Şemiyê jê re şandibûn da Emîne Şenyaşar.    Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşar ku 3 ferdên wê di 14'ê hezîrana 2018'a de ji aliyê xizm û parastvanên Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn kuştin di roja 335'an de berdewam dike. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar, çalakiya xwe ku di 9'ê adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabûn destpêkirin, îro jî li heman cihê domandin. Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn serdana malbatê kir.    Keskîn, di serdanê de axivî û diyar kir ku li ser navê Dayikên Şemiyê serdanê dike û ev tişt got: "Êşa ku malbata Şenyaşar dikişîne mîna yekûna hemû êşên Kurdistanê giran e. Ji ber vê têkoşîna xwe didomînin. Weke ku em hemû dizanin Dayikên Şemiyê jî salên dûr û dirêj in ji ber polîtîkayên windakirina di bin çavan de zarokên xwe, xizmên xwe winda kirine. Mixabin heta îro jî aqûbeta van windayan nehatiye aşkerakirin. Mîna xûça Emîne ew jî bi êşeke mezin jiyana xwe didomînin. Hem Emîne Şenyaşar hem jî dayika Gulistan Dokû rexmî şîlî û sermayê jî êş û daxwazên xwe ji herkesî re diqîrin. Dayikên Şemiyê ji bo ku hûn necemidin ji we re stûmalek çêkirin."   Piştî axaftina xwe Keskîn qurnefîl û stûmala ku Dayikên Şemiyê şandibûn da Emîne Şenyaşar.