TÛHAY-DER: Deemildest dawî li îşkenceyê bînin 2022-02-06 15:49:13   AMED - TÛAY-DER'ê bertek nîşanî îşkence û binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Tekîrdag û Qeyseriyê da û banga bi dawîkirina polîtîkayên îşkenceyê kir.    Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TÛHAY-DER), bi malbatên girtiyan ku li Baroya Amedê Nobeda Edaletê digirin re derbarê rewşa girtiyên ku li Girtîgeha Tekîrdagê û Girtîgeha Bunyanê îşkence li wan tê kirin û mafên wan tên binpêkirin de daxuyanî da. Daxuyanî li pêşiya avahiya Baroya Amedê pêk hat. Rêxistinên HDP û DBP'ê yên navçe û navenda Amedê, Meclîsa Ciwanên HDP'ê ya Amedê, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Tevgera Jinên Azad (TJA) û nûnerên gelek rêxistinên sîvîl tevlî daxuyaniyê bûn.   'GIRTÎGEH BÛNE MALÊN MIRINÊ'   Xizma girtî Berîtan Nergîz daxuyaniya ku hatibû amadekirin xwend û diyar kir ku girtîgeh veguherîne malên mirinê û ev tişt got: "Ji ber polîtîkayên tecrîda mutleq û polîtîqayên hikûmeta AKP-MHP’ê girtîgeh veguherî malên mirinê. Berdewamkirina binpêkirinê mafan, cezayên yekkesî, şewitandina  înfazan, êrîşên fizîkî-psîkolojîk û nedermankirina girtiyên nexweş û gelek tiştên din dibe sedema îşkenceyê. Li girtîgehên bi navê Tîpa F, Tîpa T, Ewlekariya Bilind û herî dawî jî Tîpa S, hedefa sereke polîtîkayên tirsandin-zext û tundiyê ye. Em bi vê rastiyê re rû bi rû ne ku rêgezên mirovahî yên herî derbasdar jî, qanûnên navneteweyî jî têne rawestandin û binpêkirin.”   ÎŞKENCEYA LI GIRTÎGEHÊ   Dewama daxuyaniyê wiha ye:   "Li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Hejmara 2. F a Tekîrdagê, li dijî mirina bi guman a Vedat Erkmen, di 17.01.2022’yan de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger hat kirin. Di hevdîtinên ku bi girtî û hikumxwaran re hatin kirin de daxwazên wan; dawî li zêdebûna îşkence û muameleya xerab a li girtîgehê û rakirina tecrîdê ye. Li Girtîgeha Girtî ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Hejmar 2 a Tekîrdagê ku di salên dawî de bi îşkence û muameleya xerab di rojevê de ye, binpêkirinên mafan ên giran û eşkere hatin tespîtkirin. Rêveberiya saziyê ji ber pêkanînên keyfî û nehiqûqî yên li girtîgehê, li dijî qanûn û rêziknameyê tev digere. Di vî warî de divê gavên pêwîst bên avêtin ku demildest van binpêkirinên li girtîgehê bi dawî bibin û der barê van îdia û binpêkirinan de demildest lêpirsînên bi bandor bên destpêkirin.   HER ROJ ÊRIŞ PÊK TÊN   Dîsa li Girtîgeha Tîpa T a Jimare 1 a Kayserî Bûnyan jimartina li ser piyan demeke dirêj hate meşandin û girtî û mehkûman jimartina li ser piyan qebûl nekirin. Ji ber vê yekê bi darê zorê bi destên xwe hatin girtin. Ji aliyê girtî û mehkûman ve hat diyarkirin ku di meha dawî de her roj êrîşên fizîkî pêk tên û armanca êrîşan jî kuştinê ye. Bi taybetî Veysel Zengîn ji ber lêdanê ji serê xwe lerz û vereşî jî sewqî nexweşxaneyê nehat kirin. Her ku berdewam heqaret û tehdîdên kuştinê berdewam dikin, kiryarên derqanûnî bi cezayên dîsîplînê tên jiyîn.   TECRÎD BELAVÎ HEMÛ GIRTÎGEHAN BÛYE   Îro em di pêvajoyeke ku li girtîgehan bi taybet li girava Îmraliyê di asta herî jor de tecrîd û binpêkirina mafan tê jiyîn derbas dibin. Sîstema tecrîdê ya yek kesî ya Îmraliyê ku bi taybetî ji bo girava Îmraliyê hatiye pêşxistin, parçeyek ji pergala ku li ser gelên Tirkiyeyê bi taybetî gelê kurd tê ferzkirin û hewl tê dayîn di bin serweriya civakê de bê serdestkirin e. Tecrîd îro hebûna xwe bi piranî li ser girtîgehan nîşan dide. Zexta polîtîkaya tecrîdê ya li ser girtîgehan wisa bûye ku tabûtên girtiyên nexweş yek bi yek ji girtîgehan derdikevin.   BANGA BIDAWÎKIRINA ÎŞKENCEYÊ   Bi vê wesîleyê em hikûmetê vedixwînin ku di demeke zûtirîn de ji bo pêşî li îşkence û muameleya xerab a li girtîgehan bigire, dest ji qedexeyên kêfî berde. Girtiyên nexweşên giran hene û em ê heta dawiyê van pirsgirêkan bişopînin. Em careke din diyar dikin. Her wiha em bang li saziyên sivîl, saziyên pêwendîdar û gelê xwe dikin ku li hemberî pêkutiyên li girtîgehê hestiyar bin. Li cem xizmên girtiyên nexweş ên 'Nobeda Edaletê' digirin bin."   Polîsan xwest daxuyaniyê asteng bikin lê girseyê guh neda wan û bi biryardarî daxuyaniya xwe bi dawî kir.    Daxuyanî bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.