Avên koçeran qut kirin: 16 hezar serî pez tî maye 2022-02-07 09:03:01 ŞIRNEX - Koçerên ku xwedî 16 hezar serî keriyê pez in 10 roj in ava wan hatiye qutkirin û bi zehmetiyên mezin re rûbirû mane. Koçeran bertek nîşanî qutkirina avê dan û gotin: "Av tune ye ku em nimêj jî bikin. Zarokên me hemû neşûştî ne. Pezê me tî maye." Li herêmê koçerên ku bi salane bi sewelkariyê debara xwe dikin, îsal ji ber qedexeyan û astengiyên leşkeran bi zehmetiyên mezin re rûbirû man. Koçerên ku di salên berê de her hatina demsala biharê berê xwe didan zozanan îsal ji ber hişkesaliyê û qedexeyan dereng çûn. Li tevî van zehmetiyan koçerên ku li cihên ku dimînin pirsgirêka avê dikişînin. Koçerên ku 4 meh in li gundê Kovexê ya bi ser navçeya Hezexa Şirnexê dimînin, ji aliyê Şîrketa Belavkirina Ceryanê ya Dîcleyê (DEDAŞ) ve bi hêceta ku faturayên ceyrana avê “nerazandine” ava wan 10 roj in hatiye qutkirin. Li gund 50 kon û 16 hezar serî pezê koçeran heye û bêav mane. Koçeran bertek nîşanî qutkirina avê dan û daxwaz kirin ku avên wan demildest bên berdan.    'PEZÊ ME TÎ MAYE'    Yek ji koçeran Abdullah Aslan (50), anî ziman ku ji ber tunebûna avê ew zehmetiyên mezin dikişînin û wiha axivî: "Her hatina demsala biharê zozanan li me qedexe dikin. Par em diçûn kîjan zozanan leşkeran digot qedexe ye û em ji wan deran derdixistin. Me par gelek zehmetî kişandin. Dema ku havîn xelas dibe û dibe payîz zozanan serbest dikin. Payîzê jî kes naçe zozanan. Ji ber qedexeyan em par dereng çûn zozanan. Ji ber çûyina dereng jî gelek pezê me mirin. Ji ber ku gelek pezê me jî nexweş ket me 10 hezar lîre xerc kir. Em niha nikarin du torbeyên arvan ji zarokên xwe re bikirin. Em nikarin ji pezê xwe re kayê bikirin. Her tiştek biha bûye. Êdî her tiştek bi pereye û ne weke berê ye. Zor û zehmetiya ku em dibînin kesek nabîne. Li ser vê neçariyê şaredariyê avên me jî qutkirine. Av tune ye ku em nimêj bikin. Zarokên me hemû neşûştî ne. Pezê me tî maye.”    'BIHAYÊ PEZ Û RÛN HEMAN E'   Muhyettîn Erden (45) jî bal kişand ser tunebûna avê û diyar kir qutkirina avê nayê qebûlkirin û wiha got: "Ev heftiyeke ava me tune ye. Em xwedî pez in. Cihê ku av nebe pez nikare bisekine û bijî. Li gel qutkirina avê zehmetiyên me destpêkirin. Av tune ye ku em bidin pezê xwe. Em nikarin pêdiviyên xwe yên rojane pêk bînin. Tu tişt ji koçeriyê zehmetir nîne. Li welatê me tişta ku herî zêde zehmet e koçerî ye. Ji bo ku avê peyda bikim ez heta Hezêxê jî çûm. Lê belê min tangerek peyda nekir ku avê bînim. Niha 20 nifûsa min heye. Em bi sewalkariyê debara xwe dikin. Lê niha qîmeta pez jî nema ye. Niha bihayê pez û tenekeyek rûn heman e. Îsal me her tişteke xwe me deyn kiriye. Di van şert û mercan de em êdî nema dikarin koçeriyê bikin."    'ZAROKÊN ME NEŞÛŞTÎ MANE’    Yek ji jinên koçer Hatîce Arslan (40) jî bi lêv kir ku ji ber tunebûna avê pezê wan nikare biçêre û got: "Zehmetiyên me pir in. Em niha bêav mane û mexdûr bûne. Bi keran em avê ji ciheke din tînin. Em pir zehmetiyê dikişînin. Zarokê me serneşûştî dimînin. Av tune ye ku em bidin pezê xwe. Ji berê ve zehmetî hebûn. Lê belê ne weke îsal bû. Em niha rezîl bûne. Av tune ye. Em dixwazin ku ava me berdin. Ji bo ku zarokên me bikaribin serê xwe bişon. Em êm didin pezê xwe lê av tune ye. Pez wê çawa êm ê xwe bixwe û biçêre? Di vê zivistanê de em ji neçariya xwe êvaran pez dibin cihên avî. Pez avê nevexwe nikare bijî. Av li tu deran nema ye."   Alî Arslan (30) jî diyar kir ku tişta ku DEDAŞ dike zilm e û bang kir ku ava wan demildest were berdan.    MA / Zeynep Durgut