Polîsan bi ser malên HDP’iyan de girtin 2022-02-07 09:25:44   MÊRDÎN - Polîsan di saetên serê sibê de li navçeya Qoserê bi ser malan de girtin û gelek kes binçavkirin.    Polîsan di saetên serê sibê de li navçeya Qoserê ya Mêrdînê bi ser gelek malan de girtin. Polîsan piştî serdegirtinê li malan lêgerîn kirin û gelek kes binçavkirin. Hat diyarkirin ku polîsan di serdegirtina malê de li Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Qoserê yê berê Kadir Işik, dane û binçavkirine. Malbata wî diyar kir ku polîsan Işik bi paş ve kelemçe kirine û di encama serê wî li erdî dane, difna wî şikestiye.    Hat hînbûn ku bi Işik re welatiyên bi navê Ozgur Ermîş û Çekdar Ermîş jî hatine binçavkirin. Kesên hatine binçavkirin birin Miduriyeta Polîsan a Qoserê.