Eren Keskîn: Ji ber ku me parêzertiya Ocalan dikir, xwestin me bikujin 2022-02-07 10:51:01 STENBOL - Yek ji parêzerên ewil ên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Eren Keskîn qala rojên destpêkê kir û wiha got: “Wê demê me nekarî 6 mehan biçin malên xwe. Ji bo kuştina me, li ber deriyên malên me disekiniyan. Her roja ku em ji mala xwe derdiketin, me digot ‘em ê îro bên kuştin.’”  Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 9’ê Cotmeha sala 1998’an de ji Sûriyeyê derket. Di 15’ê Sibata sala 1999’an de jî di encama komployeke navneteweyî de hate girtin û radestî Tirkiyeyê hat kirin. Di derheqê Ocalan de demildest doz hat vekirin û di 31’ê Gulana 1999’an de darizandina wî dest pê kir. Doza Ocalan, li Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) ya Hejmar 2 dest pê kir û di 29’ê Hezîranê de bi dawî bû. Cezayê darvekirinê li Ocalan hatibû birîn lê belê TCK’ê, di çarçoveya qanûnên guncaniyê yên Yekitiya Ewropayê (YE) de cezayê darvekirinê rakir û bi vê yekê re cezayê muebbeta giran li Ocalan birî.    Bi anîna Ocalan a li Tirkiyeyê re protestoyên mezin dest pê kirin û li dijî gelê kurd û parêzerên Ocalan êrişên mezin hatin kirin. Bi hezaran kes hatin girtin, parêzerên Ocalan gelek caran bûn armanca êrişan û ji hêla çapemeniyê ve hedef hatin nîşandan. Di serdemekî ku zext, tundî û gefên kuştinê di lûtkeyê de, yek ji kesên parêzertiya Ocalan kir jî Alîkara Serokê Giştî yê Komelaya Mafên Mirovan (ÎHD) a wê demê Eren Keskîn bû. Ji ber ku parêzertiya Ocalan dikir, gelek caran gefên kuştinê li Keskîn hat xwarin. Eren Keskîn têkildarî zehmetiyên ku wê demê hiqûqnasan dijiyan bi ajansa me re parve kir.    ‘RADESTKIRINA OCALAN DERHIQÛQÎ BÛ’   Eren Keskîn da zanîn ku Ocalan bi operasyoneke Tirkiyeyê nehat girtin û wiha got: “Encama xebat û komployeke navneteweyî ye. Di esasê xwe de hiqûqê rê nedida ku Ocalan bê radestkirin. Ji ber ku dihat zanîn ku bi radestkirinê re dê were binçavkirin, îşkencekirin û cezayê darvekirinê lê were birîn. Li gorî hiqûqa navneteweyî diviya bû nehata radestkirin. Ji bo radestkirinê jî şêwaza ‘li vir e, were bibin’ hat bikaranîn. Hêj di serî de hem hiqûqa navneteweyî û hem jî ya navxweyî hat binpêkirin. Tiştên di serî de hem bi serê wî û hem jî bi serê parêzerên wî hatî, bêhiqûqî bûn.”    PÊVAJOYA QEBÛLKIRINA PARÊZERTIYA OCALAN   Keskîn di berdewamê de jî qala sedema parêzertîkirina Ocalan kir û wiha got: “Wê demê em komeke parêzeran bi pêşengtiya parêzer Medet Serhat de dihatin ba hev û em diciviyan. Anku komeke parêzerên kurd hatibû avakirin. Neheqî li kîjan kurdekî bihata kirin, em jê re dibûn alîkar. Lewma bi girtina Ocalan re çapemenî li me digeriya. Pirsên wek ‘gelo hûn parêzerên Ocalan in?’ ji me dikirin. Bêguman ew roj, rojên gelek bitirs bûn. Li kolanan mirov dihatin qetilkirin. Di 5’emîn şeva anîna Ocalan de Osman Baydemîr li min geriya. Wê demê em her du jî Alîkarên Serokê Giştî yê ÎHD’ê bûn. Ji bo kesek nezane bê ka em derheqê çi de diaxivin, em çûn xwaringeheke lûks. Li wir tenê Osman pirsa ‘gelo tu dê bikî’ ji min kir û min jî got ‘erê.’ Piştre jî em li ser hûrgiliyan axivîn. Me ji bo civîneke li Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê (TOHAV) bang li hevalan kir. Em 12 parêzer bi hev re hatin. Ji ewil hinek kes bifikar bûn. Lê piştre hejmara me zêde bû. Piştre jî em çûn DGM’ê. Wê demê parêzer Ahmet Zekî Okçuoglu jî beşdar bû û em bi hatina wî gelek keyfxweş bûn. Ahmet bû berdevk û piştre em bi hev re çûn cem dozger. Me ji dozger re got ku ‘Em parêzerên Ocalan in û dixwazin pê re hevdîtinê bikin.’ Dozger ewqas hêrs bû ku hindik ma ji kursiyê bikeve. Got; ‘Hûn çawa dibêjin em parêzerên wî ne?’ Piştre jî daxwaznameya me wergirt û ji DGM’ya Enqereyê re şand.”    ‘HESTA MIRINÊ BI ME RE ÇÊBÛBÛ’   Di berdewamê de jî Keskîn bal kişand ser zextên di wê serdemê de û ev tişt anî ziman: “Me 6 mehan nekarî biçin malên xwe. Ji bo kuştina me li ber deriyên malên me disekiniyan. Alên tirkan bi mala min ve kiribûn. Li kolanan êrişî me dikirin. Polîsan hemû parêzer li Enqereyê ji wesayîtên wan anîn xwarê û lê xistin. Her roja ku em ji malê derdiketin, me ji xwe re digot ‘Ez ê îro bêm kuştin.’ Hestekî wisa bi me re çêbûbû. Her roj wêneyên me di rojnameyan de dihatin parvekirin. Mesele wê demê navê ‘çûka mê ya Apo’ li min kiribûn. Lê piştre rojnameger Taha Akyol di rojnameya Mîlliyetê de nivîsek nivîsand û got ku ‘ew karê xwe yê parêzertiyê dikin û êrişên li dijî wan ne rast in.’ Piştî vê nivîsê, êriş jî kêm bûn. Xuya bû ku ev êriş jî ji hêla heman navendê ve dihatin birêvebirin.”    HEVDÎTIN Û DAXUYANIYA EWIL   Keskîn got ku ji ewil Hatîce Korkut û Ahmet Zekî Okçuoglu bi Ocalan re hevdîtin kirine û wiha pê de çû: “Di hevdîtinê de Ocalan ji parêzeran xwest ku zimanekî çêker bi kar bînin û rewşa wî bi raya giştî re parve bikin. Piştî van gotinan jî me civîna xwe ya çapemeniyê ya ewil li cihê Konseya Çapemeniyê ya li Sultanahmetê pêk anî. Ulkucu hatibûn wir û gefa kuştinê li me dixwarin. Xwestin Baydemîr lînç bikin. Di wê navberê de hevalê me parêzer Îma Şahîn bi rêya telefonê deng ji MED TV re dişand. Di dema daxuyaniyê de hejmara faşîstan jî zêde bû. Bi derketinê re dê em bihatina kuştin. Piştre Okçuoglu ji polîsan re got’ li konsolosxaneya DYA’yê bigerin. Dewleta tirk me naparêze. Ez ê serlêdana îltîcayê bikim.’ Bi gotina wî re polîs tirsiyan. Piştre gotin ‘em ê we biparêzin.’ Em bi wesayîtên zirxî ji wir derxistin.”   ‘PERGALA DEWLETÊ GUHERÎ LÊ MEJÎ WEKÎ XWE MA’   Bi domdarî jî Keskîn destnîşan kir ku ji destpêkê heta niha li ser Îmraliyê tecrîd heye û wiha dom kir: “Rewşa Ocalan a li wir ne li gorî qanûnan bû. Hevdîtinên me dihatin astengkirin. Wek hincet jî digotin ‘keştî xerab bûye.’ Me ji bo vê hincetê serî li dozgeriya Mudanyayê da lê dozger ji me re got ‘tiştekî ji min nepirsin. Ti rayeyeke min nîne. Bawer bikin ez jî nizanim bê ka rayedar kî ye.’  Wê demê saziya rayedar, Daîreya Şerê Taybet bû. Ew jî girêdayî Serfermandariyê bû. Me dizanî ku Serfermandarî destûrê nade. Pergala dewletê piştre guherî lê mejiyê wê wekî xwe ma.”    ‘OCALAN BI ADILANE NEHAT DARIZANDIN’   Bi domdarî Keskîn daxuyand ku pêvajoya darizandinê demekî gelek kurt domiya û ev hûrgilî parve kirin: “Ti carî li Tirkiyeyê darazeke serbixwe nebûye. Di vê rewşê de gelo ma pêkane ku Ocalan bi adilane bê darizandin? Ji xwe heke hebûya, dê pirsgirêka kurd hem li hundir û hem jî di qada navneteweyî bihata nîqaşkirin. Pirsgirêka kurd, ne tenê pirsgirêka Tirkiyeyê lê pirsgirêka 4 parçeyan e. Me jî dixwest di vê dozê de vê yekê bikin. Mebesta me ya esasî jî ev bû. Lê destûra vê nedan. Piştî biryara darvekirinê, me Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ava kir. Bi xelas bûna hemû rêyên hiqûqa navxweyî re vêcarê me doz bir DMME’yê.”   ‘HIQÛQA XWE JÎ NAS NAKIN’   Parêzer Keskîn bal kişand ser rakirina biryara darvekirinê û ev nirxandin kir: “Piştî vê biryarê, di hiqûqa navxweyî de hinek sererastkirin çêbûn. Sedema herî mezin a rakirina cezayê darvekirinê ya li Tirkiyeyê, Ocalan e. Dizanîn bê ka encamên çawa dê bi xwe re bîne. Lewma jî rakirin û cezayê muebbeta giran li Ocalan birîn. Dewleteke ku bi hiqûqa xwe ya navxweyî nake, gelo ma pêkane bi hiqûqa navneteweyî bike? Mînak; malbat û vasiyekî her girtiyekî heye. Di çarçoveya wekaleta wî vasî de hevdîtin tên kirin. Lê hem ev mafê Ocalan û hem jî yê girtiyên bi wî re tê binpêkirin. Anku hiqûqa xwe bi xwe jî nas nakin.”     ‘CARA EWIL BÛ KU MIN DIDÎT RÛYÊ KURDAN DIKENIYA’   Derheqê xebatên Platforma Ji bo Aştiyê Ji Ocalan re Azadî de jî Keskîn ev agahî dan: “Dema me ev platform ava kirî, pêvajoya aştiyê hêj dest pê nekiribû. Em li bendê bûn ku rojek piştî damezirandina platformê werîn girtin. Lê yek du roj piştre pêvajoya aştiyê dest pê kir. Wek platformê me bi wezîran re hevdîtin kirin. Digotin ku gelek bihêvî ne, keyfxweş in û pirsgirêka kurd dê were çareserkirin. Di tevahiya jiyana xwe de min cara ewil dît ku rûyê kurdan dikeniya. Wê demê me dît bê ka pêdiviyeke çiqas mezin bi aştiyê heye. Dewlet heke bixwaze dikare pêvajoyeke din a wiha bide destpêkirin.”    ‘BI PARÊZERTIYA OCALAN RE ME KAREKÎ RAST KIR’    Keskîn gotina Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu ku digot ‘rêya demokrasiyê ji Amedê re derbas dibe’ bi bîr xist û got ku hewcehiya kîjan siyasetmedarî bi dengê kurdan çêbibe, vê gotinê bi kar tîne. Keskîn diyar kir ku ne tenê Amed lê divê Îmrali jî esas bê girtin û axaftina xwe wiha xelas kir: “Ji ber ku gelemperiya civaka me Îmraliyê wek pêşengê xwe dibîne. Heke CHP hinek biwêrektir tevbigere, dibe ku gelek tişt biguherin. Ji ber parêzertiya Ocalan, ez tu carî poşman nebûm. Parêzertiya Ocalan, di heman demê de dihat wateya parêzertiya gelê kurd. Bi ya min, me karekî rast kir.”    MA / Ferhat Çelîk