Tevî ku cezayê Peldek û Ozerk xelas bûye jî nayên berdan 2022-02-07 11:18:06 AMED - Girtiyên bi navên Îlyas Peldek û Abdulhaluk Ozerk ku li Girtîgeha Tîpa T a Bafra ya Samsûnê dimînin, tevî ku cezayê wan ê girtîgehê xelas bûye jî bi hinceta ‘bi qeydeyên girtîgehê nekirine’ nayên berdan.  Gelek girtiyên ku dema cezayê wan qediyayî, ji ber raporên neyînî yên Lijneyên Rêveberî û Çavdêriyê (CÎK) nayên berdan. Ev hejmar, her ku diçe zêdetir dibe. Girtî Îlyas Peldek û Abdulhaluk Ozerk jî li Girtîgeha Tîpa T a Bafra ya Samsunê dimînin û tevî cezayê wan xelas bûye, nayên berdan. Hat zanîn ku rêveberiya girtîgehê bi sedemên ‘beşdarî çalakiyên li girtîgehê nebûne’ û ‘bi qeydeyên girtîgehê nekirine’, nahêle ku Peldek û Ozerk ji girtîgehê derkevin.   Li Peldek, bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hatibû birîn. Peldek, cezayê xwe yê 4 sal û 8 meh û 5 rojan xelas kir lê dîsa jî ev nêzî meheke nayê berdan.    Li girtî Ozerk jî 13 sal û 4 meh cezayê girtîgehê hatibû birîn û ev 10 sal in girtî ye. Hat zanîn ku cezayê Ozerk jî 2 hefte berê xelas bûye lê bi hinceta biryara CÎK’ê nayê berdan.