Ferît Şenyaşar: Navên rayedaran wê bi komkujiyê bên bîranîn 2022-02-07 13:11:24   RIHA - Malbata Şenyaşar a têkoşîna xwe ya edaletê didomîne, bi lêv kir ku wê navên rayedaran bi zilm û komkujiyan bên bîranîn.    Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar li pêş Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 336’emîn de berdewam dike. Dayika Emîne Şenyaşar ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê, Ferît Şenyaşar jî li pêş avahiya edliyeyê çalakiya nobeta xwe didomîne.    ‘DÊ BI ZILM Û KOMKUJIYAN BÊN BÎRANÎN’   Ferît Şenyaşar, bal kişand ku tevî astengkirinan nêzî saleke Nobeta xwe ya Edaletê didomînin û bertek nîşanî biryara nepentiyê ku li ser dosyaya doza komkujiya li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê pêk hatî da. Şenyaşar, anî ziman ku ji ber lêpirsîneke bi bandor nîne têkildarî kuştina 3 kesan girtin çênabin û wiha got: “Bi destê dewletê li Bediuzzaman Seîd Nûrsî zilm hat kirin. Ev zilm derbasî dîrokê bû. Zilma bi destê dewletê li pêş Edliyeya Rihayê tê kirin jî derbasî dîrokê dibe. Mirov dibin şahid. Navên walî, serdozger û Wezîrê Dadê yên demê jî dê derbasî dîrokê bibe. Dê bi zilm û komkujiya hatiye kirin bên bîranîn.”