Kesên li jêrzemînên Cizîrê hatibûn qetilkirin, hatin bibîranîn 2022-02-07 13:29:19   ŞIRNEX - Di bîranîna ji bo 177 kesên li jêrzemînên wehşetê yên li Cizîrê hatibûn qetilkirin de ev peyam hat dayîn: “Çi bibe bila bibe em tu car çokan nedeynin.”    Ji bo 177 kesên li 3 jêrzemînên li Taxa Cudî ya navçeya Cizîra Şirnexê ku di dema qedexeya derketina kolanan a di 14’ê Kanûna 2015’an de hat îlan kirin û dom dikir de asê mabûn û bi şewitandinê hatibûn qetilkirin, merasîmeke bîranînê hate lidarxistin. Malbatên kesên hatin qetilkirin, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Parlementerên HDP’ê yên Şirnexê Nûran Îmîr, Huseyîn Kaçmaz û Hasan Ozguneş, Hevşaredarên Silopiyayê Adalet Fîdan û Suleyman Şavlûk û gelek kes beşdarî merasîma bîranînê ya li avahiya HDP’a Cizîrê de hate li darxistin bûn. Li eywana ku bîranîn lê hate li darxistin pankarta navên kesên ku hatin qetilkirin û nivîsa “Lehengên Cizîra Botan” li ser dinivîsî hat daliqandin.     Hevseroka HDP’a Cîzirê Zîlan Ecevît a di bîranînê de axivî, wiha got: “Bi sedan hevalên me li pêş çavên hemû cîhanê hatin qetilkirin. Em vê qet ji bîr nakin û nadin ji bîr kirin. Çawa ku wan mirovên me gotin ‘çi dibe bila bibe em çokan nadeynin’ em jî soz didin wan çi dibe bila bibe em ê tu car çokan nedeynin.”   ‘TÊKOŞÎN WÊ BIDOME’   Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş jî wiha axivî: “Heta ku mirovên azadiyê dixwazin hebin, wê doza kesên di vê dozê de jiyana xwe ji dest dane jî bidome.” Piştî axaftinan sînevîzyona ji bo kesên di jêrzemînên wehşetê de jiyana xwe ji dest dan hatibû amedekirin hat nîşandan   Bîranîn bi dayîna mewlûdê bi dawî bû.