Doza Kobanê: Em dijminatiya li dijî gelên din qebûl nakin 2022-02-07 13:41:35   ENQERE - Endamê MYK’a HDP’ê yê berê Bulent Parmaksiz di Doza Kobanê de parastina xwe kir û wiha got: “Em kesên welatparêz in û bi xaka xwe re dilsoz in. Lê belê em, dijminatiya li gelên din tên kirin jî qebûl nakin.”    Bi hinceta çalakiyên 6-8’ê Cotmeha 2014’an ên li dijî êrişa DAIŞ’ê ya li ser Kobanê, Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) jî di nav de, derheqê 108 kesan de doz hatibû vekirin. 9’emîn danişîna Doza Kobanê piştî navbera 2 rojan, di roja 5’emîn de berdewam kir. Doz li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê tê kirin û di danişînê de li gel endamên MYK’a HDP’ê, nûnerên Rêxistina HDP’ê ya Bajêr û gelek parêzer jî amade bûn.    Siyasetmedarên li Girtîgeha Sîncanê tên ragirtin di danişînê de amade bûn û yên li girtîgehên cuda jî bi rêya Pergala Dîmen û Deng (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn. Hinek siyasetmedar jî bi sedemên cuda beşdarî danişînê nebûn.    Danişîn bi tespîtkirina nasnameyê dest pê kir û piştre jî Endamê MYK’a HDP’ê yê berê Bulent Parmaksiz dest bi parastinê kir.    JI HEV CIHÊ KIRINA SERDEST Û BINDESTAN    Parmaksiz di parastina xwe de diyar kir ku ew di heman demê de xwedî li berhemên komarê jî derdikevin û wiha domand: “Wek kesên sosyalîst, em ê di demên pêş de Tirkiyeyeke sosyalîst ava bikin. Her tişt di nava tevgerê de ye, tu tiştek nasekine. Gelên kurd, çerkez, ereb û hwd. êşên giran kişandin û di şer de cih girtin. Em xwedî li berhemên komarê derdikevin lê ev bi têrî me nake. Em ê van derbas bikin. Em kesên welatparêz in û dilsozên xaka xwe ne. Lê em dijminatiya li dijî gelên din jî qebûl nakin.”   ‘ŞARISTANÎ LI MEZOPOTAMYAYÊ DERKET’   Parmaksiz bal kişand ser cînayetên jinan, destdirêjiyên li dijî zarokan, rûxandina goristanan û wiha pê de çû: “Gelo ma ev welatekî çawa ye? Ma em hêjayî van kiryaran in? Desthilatdar, karmend û kapîtalîzmê mirov dîn û har kirine. Şaristanî, li xaka Mezopotamyayê derket. Ji pisûlayê heta kaxiz û pere, gelek tişt ji vê xakê derketin. Ya ku jê re dibêjin şaristaniya rojava, xwedî çîrokeke 500 salan e. Beriya niha her tişt li rojhilat bû. Şaristanî ji rojhilat derket û di nava hezaran salan de niha derbasî rojava û Pasîfîkê bûye. Em ji dîroka xwe natirsîn. Em oryantalîzmê red dikin û cihêkariyê di navbera rojhilat an jî rojava de nakin. Tevgera hemdemîbûnê ku êdî bûye bîrdoziya serdestan, em ê li gorî daxwaza wan qebûl nekin.”   Şandeya dadgehê heta saet 13.30’an navber da danişînê.