HDP: Bila tiştên li jêrzemînên Cizîrê qewimîn derhî bikin 2022-02-07 14:35:38   ENQERE - Parlamenterên HDP’ê yên Şirnexê ji bo ku binpêkirin û derhiqûqiyên li 3 jêrzemînên Cizîrê hatine kirin derhî bibin, pêşniyazname da Meclisê.    Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Şirnexê Nûran Îmîr, Hasan Ozguneş û Huseyîn Kaçmaz, têkildarî komkujiyên di dema qedexeya derketina kolanan de li 3 jêrzemînên Cizîrê hatine kirin, pêşniyazname dan Meclisê.    Di pêşniyaznameyê de hat gotin ku di 14’ê kanûna 2015’an de li Cizîr a Şirnexê qedexeya derketina kolanan hat ragihandin û ev qedexe 79 rojan bênavber dom kir. Parlamenteran da zanîn ku di vê pêvajoya qedexeyê de li dijî jêrzemînan ku xelk weke “jêrzemînên wehşetê” pênase dikir de 23 jê zarok, bi giştî 177 hemwelatiyan jiyana xwe ji dest da ye. Di pêşniyaznameyê de hat destnîşankirin ku ji welatiyên jiyana xwe ji dest dayîn 74 kes jê li goristana bêkesan hatine definkirin û wiha hat gotin: “Gelemperiya cenazeyan li her sê jêrzemînan hatine parçekirin an jî hatine şewitandin. Lewma jî nehatin tespîtkirin. Ev binpêkirinên giran ên di dema qedexeya derketina kolanan a li Cizîrê de, di raporên sazî û dezgehên neteweyî û navneteweyî de jî hatine destnîşankirin.”   GUH NEDAN BANGAWAZIYAN   Di pêşniyaznameyê de hat gotin ku birîndarên di “jêrzemînên wehşetê” de bi rêya televîzyonan bi rojan bang kirin ku li nexweşxaneyan bên veguhestin û ev tişt hatin parvekirin: “Di serî de TRT Haber, gelemperiya dezgehên çapemeniyê yên nêzî hikûmetê di 7’ê sibata 2016’an de ragihandin ku li dijî avahiyan operasyon hatiye destpêkirin û 60 kes hatine kuştin. Piştî van nûçeyan, hinek hesabên medyaya civakî wêneyên cenazeyên hatine şewitandin parve kirin û diyar kirin ku wêneyên wan kesên li jêrzemînan in. TRT Haberê di sibeha 8’ê sibata 2016’an de jî ew nûçe ji weşana xwe rakir. Di heman pêvajoyê de Walîtiya Şirnexê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku 10 kes hatine kuştin.”    BINPÊKIRINA MAFÊ JIYANÊ   Pêşniyazname wiha diqede: “Tevî binpêkirina mafê jiyanê û derhiqûqiyên heyî jî, Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê bi hinceta ‘tu tespît nehatine kirin ku sînorê parastina rewa hatibe derbaskirin’, hemû giliyên hatine kirin red kir. Ji bo ku operasyona li dijî jêrzemînên Cizîrê, mirinên di dema operasyonê de çêbûyîn, binpêkirinên mafê jiyanê û derhiqûqiyên hatine kirin derkevin holê, ji bo ku derheqê mijarê de lêpirsîn were destpêkirin, delîl bên peydakirin, şahid bên guhdarîkirin û berpirsyar bên darizandin, em dixwazin ku di çarçoveya xalên 104 û 105’emîn ên Rêziknameya Hundirîn de Komîsyona Lêkolînê ya Meclisê bê avakirin.”