Îstinafê cezayê ku li derhênerên fîlmê Bakur hatibû birîn xera kir 2022-02-07 18:22:44   NAVENDA NÛÇEYAN - Dadgeha Îstinafê cezayê ku li derhênerên fîlmê Bakur Çayan Demîrel û Ertûgrûl Mavîoglû hatibû birîn, xera kir.    Di Tîrmeha 2019'an de bi sûcê "propagandaya rêxistinê" ceza li derhênerên fîlmê "Bakur" Çayan Demîrel û Ertûgrûl Mavîoglû hatibû birîn. Dadgeha Îstianfê cezayê ku li derhêneran hatibû birîn xera kir.   Li gor nûçeya di Bîanet2'yê de, dê doz cardin li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan dest pê bike.   4 sal û 6 meh ceza li her du derhêneran hatibû birîn.