Qeyûm dixwaze bi betonê bêhna bajêr biçikîne! 2022-02-08 09:09:24   ÊLIH - Şaredariya Êlihê ya qeyûm tayinî wê hatiye kirin, dixwaze qada herî berbiçav a hêşîn a bajêr Parka Ataturkê bike otopark, hêwanên semîner û civînan.    Şaredariya Êlihê ya qeyûm tayinî wê hatiye kirin, dixwaze Parka Ataturkê bike otopark, hêwanên semîner û civînan. Qeyûm Walî Hûlûsî Şahîn di daxuyaniya xwe ya 24'ê Mijdara 2020'î de diyar kiribû ku dê 4 hezar û 500 metrekareyê Parka Ataturkê wekî qada hêşîn bimîne û gotibû: "Em dest bi projeya berfirehkirina Parka Ataturkê dikin ku dilê Bûlwara Tûrgût Ozal e. Em ê ji dêvla avahiyên bên xerakirin li cihekî din lojmanan çêbikin. Em dixwazin Parka Ataturkê fireh bikin û qada hêşîn zêdetir bikin." Qeyûm Şahîn di daxuyaniya xwe ya 17'ê Çileya 2020'î de jî gotibû ew ê li vî cihî otoparkeke kapasîteya wê 200 wesayît, hêwanên semîner û civînan, aşxane, lawaboyên jin-mêran, qadên îdare, sekreteriya û fûarê çêbikin.    Sekreterê Desteya Koordînasyona Bajêr a Yekîtiya Endezyar û Mîmaran a Tirk (TMMOB) a Êlihê Ahmet Bulent Tekîk, bertek nîşanî vê da.   Tekîk, destnîşan kir ku şaredariya di bin banê qeyûm de projeyên dûrî rastiya bajêr çêdike û got: "Bi biryara kesekî têkildarî peyzaj û estetîka bajêr proje tên çêkirin. Yek ji van projeyan jî sererastkirina Parka Ataturkê ye. Dê qadeke hêşîn a 4 hezar û 500 metrekare ku berê behsa wê hatibû kirin dê daxilî nav vê projeyê nû neyê kirin."    Tekîk, anî ziman ku ji dêvla berfirehkirina parkê, park tê betonkirin û got: "Dê otoparka ku behsa wê tê kirin, tevahiya vê qadê dagir bike. Dê li ser vê parkê tu dar neyên çandin. Dê bi çêkirina otoparkê, anfî û ofîsan peyzaja parkê nemîne. Dê qada hêşîn a gel bê tunekirin. A rast ew e; lojmanên heyî bên xerakirin û park bê firehkirin."    Tekîk, bibîr xist havînan bajêr pir germ e û ji ber vê germê darek jî ji bo şêniyên bajêr pir girîng e û got: "Ev qad, ji bo şêniyên bajêr qadeke pir girîng e. Em hemû dizanin bê çi hat serê Sînemaya Yilmaz Guney a li vê qadê bû. Xera kirin û kirin beton. Ev der, ji bo gelê bajêr qada bêhnstendinê ye. Cihekî derdora wê bi avahiyan girtî ye. Mirov havînan tên parkê û xwe didin ber siya darên wê. Her wiha gelek mesrefên vê projeyê jî hene. Behsa bi milyaran pere tê kirin. Lê gava bikin qadeke hêşîn dê ev qas pere lê neçe. Her wiha li vê qadê gelek dar jî hene. Dê bi vê projeyê re zirar bigihê van daran jî."