Strana kurdî weke ‘propagandaya rêxistinê’ hat hesibandin 2022-02-08 09:59:56   MÊRDÎN - Derbarê 3 endamên Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê de bi hêceta li Nisêbînê di şahiya zarokan de stranên kurdî gotine bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” doz hat vekirin.    Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê li navçeya Qosera Mêrdînê di 15’ê Mijdara 2021’an de şahiya zarokan li dar xist. Endamên komeleyê Abdûllah Ayav, Vesîle Yeksel û Rûken Aslan ên di şahiyê de ji zarokan re stranên kurdî gotin û şano û rapêşiya palyaço pêşkeşkirinbûn, di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê hatibûn binçavkirin. Vesîle Yuksela di bin çavan de lêgerîna tazî lê hatibû ferzkirin û Abdûllah Ayav û Rûken Aslan ên sîxurtî li wan hatibûn ferzkirin piştî binçavkirina 4 rojan hatibûn berdan. Di encama lêpirsînê de derbarê 3 kesan de bi hêceta “propagandaya rêxistinê” doz hat vekirin. Danişîna ewil a dozê wê di 18’ê Adarê de li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê were dîtin.    Di îdianameya doza derbarê endamên komeleyê Abdûllah Ayav, Vesîle Yuksel û Rûken Aslan hatiye vekirin de, stranên ku endamên komeleyê di şahiya zarokan de bi zarokan re gotine û beşa di medya dîjîtal de hatiye parvekirin weke sûc hat hesibandin. Di îdianameyê de strana “Awazek tê ji Rojava” ya Awaza Çiya ku di şahiyê de hatiye gotin wergerandine tirkî û ji “propagandaya rêxistinê” re kirine hêcet.    Endamê komeleyê Abdûllah Ayav, diyar kir ku komeleya wan di sala 2019’an de hatiye avakirin û li ser çand û hunera kurd xebatan dimeşîne. Ayav, bi lêv kir ku di bin banê komeleyê de perwerdeya enstrumanên weke tembûr, erbane û gîtar didin û çalakiyên weke şevbihêrkên dengbêjan, şano, konser û panelan jî li dar dixin.    ‘DARAZ PEYVÊN KURDISTAN Û ROJAVA WEKE SÛC DIHESIBÎNE’   Ayav, da zanîn ku hem ji bo zarokan hem jî ji bo mezinan qûrsan didin. Ayav, anî ziman ku li navçeyên Qoser, Stewrê û Nisêbînê jî ji bo zarokan şahî li darxistin û wiha got: “Piştî çend rojan şahiya me ji bo zarokan li navçeya Nisêbînê li dar xist, em hatin binçavkirin. Ji ber straneke ku me di şahiyê de got dixwazin em werin cezakirin. Di wê stranê de têkoşîna kurdan a li dijî DAIŞ’ê tê vegotin. Meqamê darazê bi vê hewldanê peyvên Kurdistan û Rojava weke sûc dihesibîne.”    MA / Ömer Akın