Îdianameya Şîmon Dîrîl: Heta ku kuştîn lê xistine 2022-02-08 10:22:59 MÊRDÎN - Îdianameya derheqê kuştina Şîmonî Dîril de hat amadekirin. Di îdianameyê de hat destnîşankirin ku “heta ku Dîrîl kuştîn lê xistine.” Dadgehê, di hinceta redkirina îdianameyê de qala fermandarê qereqolê kiribû ku digot haya vî kesî ji bûyerê heye. Lê di îdianameyê de derheqê fermandarê qereqolê de yek tiştek nehatiye gotin. Hurmuz Dîril û hevjîna wî Şîmonî Dîrîl di 8’ê çileya 2020’an de li gundê Mehrî yê Bêşebap a Şirnexê winda bûbûn. Cenazeyê Şîmonî Dîrîl 70 roj piştî bûyerê di Çemê Hezîlê de hatibû dîtin. Ji Hurmuz Dîrîl jî heta niha tu agahî nînin. Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê 2 sal berê derheqê bûyerê de lêpirsîna ‘nepenî” dabû destpêkirin û piştre jî îdianame amade kiribû. Serdozgeriyê îdianameya xwe ji 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê re şand lê dadgehê di 20’ê çileya 2022’yan de bi îdiaya “hinek xisûs kêm in”, îdianame  dîsa li serdozgeriyê vegerand. Li ser vê yekê dozgeriyê îtîraz kir û îdianame ji hêla dadgehê ve hat qebûlkirin. Ajansa me xwe gihand hûrgiliyên îdîanameyê.    3 KESÊN GUMANBAR HENE    Di îdianameyê de hat destnîşankirin ku lêpirsîna derheqê Hurmuz Dîrîl de hatiye destpêkirin, ji lêpirsîna heyî hatiye cudakirin û îdianameya heyî li ser kuştina Şîmonî Dîrîl hatiye amadekirin. Îdianame bi tewanên “Bi hesteke hovane hatiye kuştin û heta ku kuştin jî êş pê dayîne kişandin” û “Bi plankirî hatiye kuştin” hatin kirin. Her wiha Apro Dîrîl, Behçet Oztunç û Îsmaîl Yildiz jî wek kesên gumanbar hatin destnîşankirin.    Di hinceta redkirina îdianameyê ya 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê de fermandarê qereqolê Ahmet Taşdemîr wek kesekê ku haya wî ji bûyerê heyî û derheqê bûyerê de xwedî agahî hatibû destnîşankirin. Lê di îdianameyê de derheqê Taşdemîr tenê yek gotin jî nehatiye kirin. Taşdemîr li ser hesaba xwe ya twîtterê digot ku haya wî ji bûyerê heye û agahî di destê wî de hene. Lê tevî vê yekê jî hat diyarkirin ku wan nekariye xwe bigihînin Taşdemîr û lê guhdarî nehatiye kirin.    HETA KU MIRÎ JÎ LÊ XISTINE   Şêweyê kuştina Dîrîl jî di îdianameyê de hat destnîşankirin. Di rapora otopsiyê de diyar bû ku şopên lêdanê di serê wê de hene, kevilê serê wê birîn bûye, li hestûyên rûyê wê hatiye xistin û pirûskên wê hatine şikandin. Her wiha di îdianameyê de hat gotin ku ji ber lêdanê, hinavên Dîrîl xerab bûne. Îdianame wiha berdewam dike: “Aşkere bû ku heta Dîrîl jiyana xwe ji dest dayî jî lê hatiye xistin.”    LI GORÎ DOZGER HER TIŞT JI BER XIZÎNEYÊ BÛ!   Bi domdarî di îdianameyê de dozgeriyê parastinên tawanbaran û delîlên heyî dane ber hev û encama wan bi 17 xalan destnîşan kir. Dozgerî îdia dike ku Hurmuz Dîrîl xizîne dîtiye û kiryaran jî ji bo xizîneyê ev bûyer pêk aniye. Di beşa nirxandina îdianameyê de dîsa sedema bûyerê weke xizîne hatiye destnîşankirin û ev tişt hatine gotin: “Ji ewil fîşekek li pişta Dîrîl xistine. Bi fîşekê re kilox û pergala kakûtê şikestiye. Êşeke mezin pê dayîne kişandin ku rê li ber xerabûna hinavên wê vekiriye. Heta ku kuştîn lê xistine û cenazeyê wê avêtine rûbarê gundê Mehrî. Tawanbaran ev cînayet ne bi hêrseke demkî kirine. Ji ewil alav û techîzatên xwe peyda kirine û çûne cihê xizîneyê. Di navbera her du aliyan de rageşiyeke dûvdirêj heye û bi hestekî dijminane û bi plan kuştine.”    DERHEQÊ BÛYERÊ DE    Hurmuz Dîrîl û hevjîna wî Şîmonî Dîrîl di 8’ê Çileya 2020’an de li gundê Mehrî yê Bêşebapê winda bûn. 70 roj piştî bûyerê cenazeyê Şîmonî Dîrîl li rex Çemê Hezîlê hat dîtin lê ev bû 747 roj ku tu agahî ji Hurmuz Dîrîl nayên girtin. Biryar hat dayîn ku lêpirsîn ‘nepenî’ bidome û ev biryar hêj jî nehatiye guherandin. Di çarçoveya lêpirsînê de xizmê Dîrîl, Epro Dîrîl ku gumanbarê yekemîn tê dîtin du caran bi hinceta ‘ji bo girtina wî gumana pêwîst heye’ hatiye girtin lê piştre hat berdan. Eprol Dîrîl bi giştî jî 3 caran hatiye girtin ku niha jî di girtîgehê de ye.    Îdianameya ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê ve hatibû amadekirin û pêşkeşî 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê hatibû kirin lê dadgehê îdianame red kiribû. Di hinceta redkirinê de dadgehê diyar kiribû ku li ser parkê Şîmonî Dîrîl şopên barûdê hatine dîtin, gule ji cihekî nêz ve lê hatiye dayîn lê derheqê çekên li mala Apro Dîrîl hatine dîtin de tu lêkolîn nehatine kirin. Di berdewamiya hincetê de hat gotin ku wan nekariya xwe bigihînin fermandarê qereqolê Ahmet Taşdemîr ku li ser hesaba xwe ya twîtterê digot haya wî ji bûyerê heye.    MA / Ahmet Kanbal