Xwestin dadgerê Doza Komkujiya Konyayê bê guherandin 2022-02-08 12:52:41 ENQERE - Parêzerên Malbata Dedeogullari xwestin ku dadgerê Doza Komkujiya Konyayê were guherandin. Her wiha parêzeran ji dadgehê xwest ku biryara redê ya ji bo her du dosya bibin yek jî paşve bê kişandin.    Kujer Mehmet Altun, di 30’ê tîrmehê de li navçeya Meram a Konyayê ji malbata Dedeogullari ya ji Qersê 7 kes qetil kiribûn û doz hatibû vekirin. Di dozê de kujer tMehmet Altun û bersûcên bi navên Alî Çalik, Alî Keleş, Alî Keleş (Lutfuoglu), Ayşe Keleş, Îbrahîm Keleş, Lutfî Keleş, Ramazan Çalik, Velî Keleş û Yahya Çalik tên darizandin. 2’yemîn danişîna dozê li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Konyayê dest pê kir.    Di danişînê de tevî gelek parêzerên, ji şaxên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) yên Enqere, Amed û Mêrsînê, her wiha xizmên malbata Dedeogullari, rêveberên bajêr û navçeyan ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), parlamenterên HDP’ê Abdullah Koç û Alî Kenanoglu û gelek kesên din jî amade bûn.    Kujer Altun bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû. Her 5 bersûcên din ku bi awayekî negirtî tên darizandin jî li eywanê amade bûn.    Di danişînê de destûr nehat dayîn ku rojnameger telefon û komputerên xwe têxin hundir. Danişîn, bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir.     DAXWAZA GUHERANDINA DADGÊR   Parêzerên malbata Dedeogullari di demên berê de xwestibûn ku dosyaya êrişa di 12’ê gulanê de hatiye kirin û dosyaya komkujiyê bibin yek dosya. Lê dadgehê di danişîna berê de ev daxwaz red kiribû. Parêzer di danişînê de derheqê vê mijarê de axivîn. Parêzer Atîla Kart got ku ew li bendê ne ku tiştên hêzên ewlekariyê û dozger nekirine, dadgeh bike û wiha domand: “Hewceye ev her du dosyayên di heman rojê de hatine vekirin, bibin yek dosya. Dozgeriyê peywir û rayeya xwe xerab bi kar aniye. Bêguman em ê vê mijarê de HSK’ê de biaxivin. Daxwaza me ew e ku biryara redkirina vê daxwaza me bê guherandin. Heke ev biryar neyê dayîn, ev tê wê wateyê ku dadgeh bêalî û xweser tevnagere û di vê rewşê de daxwaza me ew e ku dadgêrê dozê bê guherandin.”   Parêzer Kart, daxwaznameya hinceta daxwaza guherandina dadgêr ku ji 12 rûpelan pêk dihat, pêşkeşî şandeya dadgehê kir. Çetîn Dedeogullari jî diyar kir ku beşdarî vê daxwazê dibe.    Şandeya dadgehê ji bo gûftûgokirina daxwaza guherandina dadgêr, nîv saet navber da.