Doza Kobanê: Kurd biçin li Çînê jî tiştekî bikin Tirkiye xwe aciz dike 2022-02-08 14:48:22   ENQERE - Endamê MYK’a HDP’ê yê berê Bulent Parmaksiz diyar kir ku gelê kurd, gelekî bindest e û wî xwest li cem kurdan cih bigire û bi tevlibûna HDP’ê re jî xwest rûmeta gelê tirk û sosyalîstan biparêze. Parmaksiz destnîşan kir ku gelê kurd heta li Çînê jî tiştekî bike, Tirkiye diçe êrişî wir dike.   Bi hinceta çalakiyên 6-8’ê Cotmeha 2014’an ên li dijî êrişa DAIŞ’ê ya li ser Kobanê, Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) jî di nav de, derheqê 108 kesan de doz hatibû vekirin. 9’emîn danişîna Doza Kobanê, di roja 6’emîn de berdewam kir. Doz li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê tê kirin û di danişînê de li gel endamên MYK’a HDP’ê, nûnerên Rêxistina HDP’ê ya Bajêr û gelek parêzer jî amade bûn. Siyasetmedarên li Girtîgeha Sîncanê tên ragirtin di danişînê de amade bûn û yên li girtîgehên cuda jî bi rêya Pergala Dîmen û Deng (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn. Hinek siyasetmedar jî bi sedemên cuda beşdarî danişînê nebûn.   Danişîn bi tespîtkirina nasnameyê dest pê kir û piştre jî Endamê MYK’a HDP’ê yê berê Bulent Parmaksiz dest bi parastinê kir.   ‘DEWLET TRAVMAYÊ DIJÎ’   Parmaksiz di parastina xwe de got ku derdorên neteweperwer û nîjadperest di mijara pirsgirêka kurd de wekî hev difikirin û wiha domand: “Hem rastgir hem jî çepgir, hem neteweperwer û hem jî şoreşgerên wan tevek di mijara pirsgirêka kurd de wekî hev difikirin. Bi ser damezirandina netewedewleta tirk re 100 sal derbas bûn. Windakirina xaka Efrîqa û balkanan rê li ber travmayê vekir. Heman travma derbasî damezirînerên komarê jî bû. Ji ewilî divê dewlet vê travmayê li ser xwe biavêje û dev ji polîtîkaya pişaftin û yekperestiyê berde.”    ‘KURD TEŞE DIDIN POLÎTÎKAYA DERVE’   Di berdewamê de jî Parmaksiz destnîşan kir ku gelê kurd li Çînê jî tiştekî bike, Tirkiye ji vê yekê aciz dibe û ev nirxandin kir: “Di gelek aliyan de kurd, teşe didin polîtîkaya Tirkiyeyê ya derve. Tirkiyeyê ji ber kurdan, dewleteke mîna DYA’yê jî kir dijberê xwe. Aştiyeke birûmet êdî neçariyeke. Divê mafên kurdan bên dayîn û kurd bi îradeya xwe biryarê bidin bê ka dixwazin bi tirkan re li ser vê xakê bijîn an na. Divê rêveberên tirk, xeta aştiyê bikin polîtîkaya dewletê.”   ‘JI BO PARASTINA RÛMETÊ TEV LI HDP’Ê BÛM’   Parastina Parmaksiz wiha berdewam kir: “HDP, têkiliya dawî ya di navbera kurd û tirkan de ye. Piştî bi sedan salan, yekemîn car bi saya HDP’ê têkiliya di navbera her du gelan de li ser kedkaran hat avakirin. HDP ne tenê partiyan kurdan lê partiya tirkan jî ye. Lewma tevli HDP’ê bûm. Ez ji bo parastina rûmeta gelê tirk û sosyalîstan li vir im.”   NÊZIKATIYA PDK’Ê   Di berdewamê de jî Parmaksiz bal kişand ser nêzikatiya PDK’ê ya li hemberî HDP’ê û wiha pê de çû: “Hûn, me bi kurdperestiyê tawanbar dikin û ew jî dibêjin hûn zêde kurdperwer nînin. Pêşniyara min ew e ku hûn bernameya HDP’ê bixwînin. Li gorî min, peymana civakî bi destê Qesrê û DYA’yê hat xerabkirin. Ji ber ku di pêvajoya rayên HDP’ê zêde dibûn û yên qesrê jî kêm dibûn. Hinek rexne hene ku dibêjin hûn çima bi DYA’yê re têkiliyan datînin. Bi hezaran salan in hûn bi kurdan re dijîn. Heke hûn pirsgirêkên xwe di nava xwe de çareser nekin, wê demê dê hêzên emperyal bên û hewl bidin wê pirsgirêkê çareser bikin.”    Şandeya dadgehê navber da danişînê û dê danişîn saet di 13.30’an de bi parastina Parmaksiz bidome.