Nivîskar Omer Agin ji doza xwe beraet kir 2022-02-08 16:29:00   AMED - Nivîskar Omer Agin ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” dihat darizandin, ji doza xwe beraet kir.    Derheqê nivîskar Omer Agin de bi hinceta ku delegeyê Kongreya Civakên Demokratîke (KCD), bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” doz hatibû vekirin. Doza Agin, îro li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Agin neçû danişînê lê parêzera wî Ferîde Laçîn amade bû.    Dozgerê dozê di mutalaaya xwe de îdia kir ku KCD, di çarçoveya paradîgmaya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de hatiye damezirandin û ji ber ku Agin jî delegeyê wê saziyê ye, divê bi tawana “endamtiya rêxistinê” were cezakirin.    Parêzer Ferîde Laçîn jî parastina muwekîlê xwe kir û got ku tevli mutalaaya dozger nabe. Laçîn destnîşan kir ku muatalaa tenê ji delîlên alehe hatiye amadekirin. Laçîn da zanîn ku muwekîlê wê, weke nivîskar û rojnameger beşdarî wan civînan bûye ku hinek parlamenter jî tev li bûbûn. Parêzer Laçîn piştî parastina xwe jî xwest ku muwekîlê wê were berdan.    Şandeya dadgehê jî biryara beraetê da û xwest ku tevdîrên kontrola edlî jî bên rakirin.