Di Doza Komkujiya Konyayê de serokê dadgehê şahid beralî kirin 2022-02-08 16:29:27 ENQERE - Di Doza Komkujiya Konyayê de li ser beralîkirina serokê dadgehê xizmên faîl Mehmet Altûn ji şahidiniyê vekişiyan.    Kujer Mehmet Altûn, di 30’ê tîrmehê de li navçeya Meram a Konyayê ji malbata Dedeogullari ya ji Qersê 7 kes qetil kiribûn û doz hatibû vekirin. Di dozê de kujer Mehmet Altûn û bersûcên bi navên Alî Çalik, Alî Keleş, Alî Keleş (Lutfuoglu), Ayşe Keleş, Îbrahîm Keleş, Lutfî Keleş, Ramazan Çalik, Velî Keleş û Yahya Çalik tên darizandin. 2’yemîn danişîna dozê li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Konyayê hat dîtin.  Şandeya dadgehê ku daxwaza guhertina dadger a parêzeran qebûl nekir, bêyî parêzerên dozê, xizmên malbata Dedeogûllari û gazinker hebin, doz domand. Piştî parêzer û temaşevanan şandeya dadgehê bi çepikan şermezar kirin û ji eywanê derketin, derbasî parastina bersûcan bûn.    Piştî bersûcan parastin kirin, bêyî ku di danişînê de parêzer û gazinker hebin şahid hatin guhdarkirin.    DADGEHÊ ŞAHID BERALÎ KIRIN   Dûre, Keça Ayşe Keleş û xwarziya faîl Mehmet Altûn, Merve Şen ku dihat payîn weke şahid were guhdarkirin û hevjînê xwişka Altûn Fatma Guven, Mehmet Guven bi beralîkirina dadgehê ji şahidiniyê vekişiyan. Serokê dadgehê berî ku şahid werin guhdarkirin wiha got: “Mafê we yê ji şahidiniyê vekişînê heye. Hûn dixwazin şahidiniyê bikin?” Li ser vê yekê Merve Şen û Mehmet Guven ji şahidiniyê vekişiyan. Dadgehê piştî guhdarkirina şahidan, biryar da ku bersûc Ahmet Keleş ê tevlî danişînê nebûyî bi darê zorê bînin, bergiriyên şerta kontrola edlî yên bersûcên negirtî tên darizandin bidomin û girtina faîl Altûn bidome.    Dadgehê danişîn taloqî 19’ê Nîsanê kir.