Li Feleknas Uca cezayê pere birîn 2022-02-08 17:07:21   AMED - Derbarê parlamentera HDP'ê Feleknas Uca de bi hinceta ku di bîranîna 3 siyasetmedarên kurd de "mesafeya diyarkirî binpê kiriye" 581 TL cezayê pere hat birîn.   Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Êlihê Feleknas Uca, di 9'ê Çileyê de tevli bîranîna 3 siyasetmedarên kurd ên di 2013'an de li Parîsê hatibûn qetilkirin bibû. Feleknas a tevli bîranînê bû bi hinceta "Mesafeya hatiye diyarkirin binpê kiriye" ji aliyê Walîtiya Dêrsimê ve 581 TL cezayê pere lê hat birîn.