Li Afyonê otobusa rêwiyan wergeriya: 21 kes birîndar bûn 2022-02-09 10:57:31   AFYON - Li Afyonê otobusa rêwiyan wergeriya. Hat zanîn ku di encama qezayê de 21 rêwî birîndar bûne.    Li Afyonê otobuseke rêwiyan wergeriya. Di encama qezayê de 21 rêwî birîndar bûn. Hat zanîn ku otobusa ajokar K.E. (34) diajot, li gundê Pinarkoy ê li ser rêbeja Afyon-Konyayê ji kontrolê derket û wergeriya.    Welatiyên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çayê û nexweşiyên cuda yên Afyonê.