Rewşa Ozelmali yê nexweşê Wernicke Korsakoff e giran e 2022-02-09 12:28:47   EDENE - Kekê Kemal Ozelmali yê nexweşê Wernicke Korsakoff e û 34 sal in girtî ye, Alaattîn Ozelmali diyar kir ku birayê wî nikare tena serê xwe bijî, rewşa wî giran e û xwest demildest were berdan.    Kemal Ozelmali (58) yê nexweşê Wernicke Korsakoff e û li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê ya Edeneyê tê ragirtin, tevî ku rewşa wî giran e jî nayê berdan. Rewşa Ozelmali ku nikare tena serê xwe bijî, her ku diçe xerab dibe. Kekê Ozelmali, Alaattîn Ozelmali xwest ku birayê wî demildest were berdan.    Ozelmali yê di serdema darbeya eskerî ya 1980’an de di 16 saliya xwe de hatibû binçavkirin û girtin piştî 7 salan di girtîgehê de ma di sala 1987’an de derket. Ozelmali piştî ji girtîgehê derket 6 sal şunde di sala 1993’yan de careke din hat girtin û şandin girtîgehê. Ozelmali yê li dijî polîtîkayên zextan ên li girtîgehan beşdarî çalakiyên “rojiya mirinê” ya di sala 1999’an de hatin destpêkirin bû, piştî 300 rojan di çalakiyê de ma, bi nexweşiya Wernicke Korsakoff ket. Piştî çalakiya grevê tevî helandina mejî û windakirina bîrê pirsgirêkên dîtin û bihîstînê, lêdana zêde ya dil, gurçikan, bêxwînî û ne di ferqê de ye ku di girtîgehê de ye dest pê kirin.    NIKARE PÊDIVIYÊN XWE BI CIH BÎNE   Ozelmali yê ji ber nexweşiya Wernicke Korsakoff di girtîgehê de pêvajoyeke giran û zehmet dijî, êdî tiştên dibêje ji bîr dike û kesên derdora xwe nas nake. Ozelmali yê lingê wî yê çepê ji ber birîndariyê seqet maye, di heman demê de ji ber krampên dil mil, stû û lingên wî de pirsgirêkên hevsengiyê dijî. Ozelmali yê nikare pêdiviyên xwe yên bingehîn bi cih bîne, bi alîkariya girtiyan pêdiviyên xwe bi cih tîne.   ÎNFAZA WÎ HAT ŞEWITANDIN   Ozelmali yê bi efûya Serokkomarê Demê Ahmet Necdet Sezer a di sala 2000’an de di 22’yê Kanûna 2000’an de hat berdan, tevî rapora “nikare di girtîgehê de bimîne” jî xwestin ku eskeriyê pê bidin kirin. Ozelmali yê piştî mûayeneyê rapora “Nikare eskeriyê bike” wergirt, ji ber neçû qereqolê û îmze neavêt hat girtin û tevî nexweşiya wî derbarê wî de rapora “Xetereya jiyana wî nîne ku nikare di girtîgehê de bimîn” hat amadekirin. Têkildarî Ozelmali yê du caran birin Saziya Tiba Edlî ya Enqereyê jî ji ber pirsa “Tu ji ku derê tê?” bersiva “Edene” da û heta 10’an hejmar hejmartin rapora saxlemtiyê danê. Ozelmali yê bi şertê kontrola edlî hatibû berdan, ji ber di sala 2002’yan de îmzeyek ji bîr kiribû înfaza wî hat şewitandin. Piştî şewitandina înfazê Ozelmali careke din hate girtin û şandin girtîgehê. Ozelmali, di sala 1980’an de 7 sal bi komî 34 sal in di girtîgehê de tê ragirtin.    LI DIJÎ NEHEQIYAN KETE ÇALAKIYA GREVA BIRÇÎBÛNÊ   Gelek caran “poşmantî” li Ozelmali yê li girtîgehê rastî zextan hat, hat ferzkirin. Ozelmali li dijî zextên li girtîgehan di sala 2018’an de kete çalakiya greva birçîbûnê. Ozelmali yê di roja 55’emîn a çalakiya greva birçîbûnê de kete 45 kîloyan, ji ber di 7’ê Kanûna 2018’an de di roja 72’yemîn ya grevê de rewşa wî giran bû, rakirin Nexweşxaneya Bajêr a Edeneyê û hat dermankirin. Ozelmali, piştî 10 rojan di nexweşxaneyê de hat dermankirin pişt re cardin paş ve birin girtîgehê. Ji bilî nexweşiya Wernicke Korsakoff gelek nexweşiyên Ozelmali hene. Tevî hemû bangên hatin kirin Ozelmali nehat berdan.    Kekê Ozelmali, Alaattîn Ozelmali, diyar kir ku birayê wî nikare tena serê xwe bijî, rewşa wî giran e û xwest demildest were berdan.    ŞEV NIKARE RAZE   Ozelmali, bi lêv kir ku ji ber birayê wî demekî dirêje dermanan dixwe, êdî laşê wî dermanan qebûl nake û her roja ku diçe kîloyan dide. Ozelmali, da zanîn ku ji ber kêmbûna xwînê bi şev xetereya fetisînê derbas dike, ji ber ferzkirina “lêgerîna dev” dermankirina wî tê astengkirin û hemû organên wî yên hundirîn têk çûne. Ozelmali, destnîşan kir ku dema birayê wî li mafên xwe digere bi cezayên dîsîplînê re rûbirû dimîne û anî ziman ku herî dawî beriya 20 rojan hevjîna wî çûye birayê wî dîtiye û rewşa wî her ku diçe ber bi nebaşiyê ve diçe. Ozelmali, da zanîn ku birayê wî şevê nikare raze.   DAWIYA CEZAYÎ NÎNE?   Ozelmali, diyar kir ku her darbesta ji girtîgehê derdikeve, wijdanên wan diêşîne û got: “Ez hêvî dikim ku rojekê ez birayê xwe bi saxî bikarim hembêz bikim. Hiqûqa girtîgeha çaxa navîn tê pêkanîn. Em bi fikar in ku wî di hundir de bikujin. Ma dawiya vî cezayî nîne? Dema mirov li wî dinêre dilê mirov dişewite, bila birayê min berdin.”   MA / Cemil Ûgûr - Hamdûllah Yagiz Kesen