Li Hezexê gundiyan şerê erd kir û 8 kes birîndar bûn 2022-02-09 12:59:44   ŞIRNEX - Li gundê Eynser ê navçeya Hezexê, gundiyan li ser erd şer kirin û di şer de 8 kes birîndar bûn.    Li gundê Eynser ê navçeya Hezexê ya Şirnexê, di navbera çend malbatan de li ser erd şer derket. Malbatan di şer de çekan jî li dijî hev bi kar anîn û 8 kes ji hev birîndar kirin. Gundiyên birîndar bûn bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê. Hat diyarkirin ku rewşa hin birîndaran giran e.    Hat diyarkirin ku hem li gund hem jî li pêşiya nexweşxaneyê rageşî berdewam dike.