Polîsan bi kuştinê gef li wan xwarin 2022-02-09 13:52:59   AMED - Seyît Aydın û 2 biraziyên wî ku polîsan ew li navçeya Peyasê binçav kiribûn, destnîşan kirin ku polîsan bi kuştinê gef li wan xwarine.    Polîs, di 7'ê Sibatê de çûn ber deriyê dikana Seyit Aydin ê bi biraziyên xwe yên bi navê Mazlûm Aydin û Dogan Aydîn goştfiroşiyê dike ya li taxa Peyasa girêdayî navçeya Peyasa Amedê û xwestin wan lêgerîn bikin. Dema lêgerînê de di navbera polîsan û Aydinan de niqaş derket. Li ser vê yekê yek ji polîsan heqaret li xizmên hev Aydinan kir û pêhnek li wan da. Li ser mezinbûna niqaşê polîsan her 3 kes binçavkirin û birin qereqolê. Heqaret û tundî, li qereqolê jî berdewam kir. Her 3 kes piştî 4 saetan di bin çavan de man hatin berdan. Seyit Aydin û biraziyê wî Mazlum Aydin ên têkildarî mijarê ji ajansa me re axivîn, gotin ku polîsan li qereqolê heqaret li wan kirine û bi kuştinê gef li wan xwarine.      ‘POLÎSAN BERÊ ÇEKAN DA SINGA MIN’   Seyyît Aydin diyar kir ku polîsan berê çekan dane wî û bûyer wiha vegot: “Gotin em ê ser û berê we bigerin û biraziyê min xistin, dîwar vê zeliqandin û ser û berê wî geriyan. Min got 'hun çi dikin' heqaret li min kirin. Paşê polîsekî din hat, dema dihat çeka xwe derxist û bi ser me de hat. Berê çekê da singa min û got 'ez e te bikujim.' Biraziyê min jî got 'kamera te dikişîne' dema wisa got çeka xwe veşart. Dû re ji me re got 'tu kes nikarê dest li me bidê em dewlet in.'”   POLÎS: ME 50 KES KUŞTI NE BILA HÛN JÎ 51 BIN   Aydin, ani ziman ku her tim li taxa Peyasê buyeren wisa diqewimin û wiha got: “Ev çete ne ke bigirin lêdixin û îşkence lê dikin. Polîsan ji me rê got 'me 50 kes kuştinê bila hûn jî 51 bin.' Şahidên me jî henê kesên ku li vir bûn ew gotina wan bihîstin. Em nizanin ji bo çi êrişî me kirin. Ji me re qala tiştêkî nekirin. Li qereqolê jî heqaret li me kirin, lawe min hat wê derê, ligel ku di nav bûyere de tunê bû jî dîsa ew binçav kirin. Li qereqolê polîsan kaxiza vala dirêjî me kirin û gotin 'îmze bikin' lê me qebûl nekir.”    DI HUNDIRÊ QEREQOLÊ DE BERÊ ÇEKAN DAN WAN   Mazlum Aydin, jî bilev kir ku bûyer duh saat di 17.45'an de qewimiyê û wiha axivî: “Polîs hatin ber kargêha me û gotin 'Me şik ji we birin em ser û berê wer bigerin'. Me tiştek negot. Ser me geriyan, polîsekî bi berçavk ê di nav wan polîsan de heqaret li me kirin. Em dîwar ve zeliqandin, ser me geriyan û pêhn li lingê min xistin. Paşê ape min hat heqaret li wî jî kirin. Xelkê vir jî bû şahid. Çar saetan em di bin çavan de man. Xwestin me bi paş ve kelemçe bikin lê me nehişt, li ser vê yekê em bi dîwar ve zeliqandin. Pêhn li lingê min xistin, min rapora derbê jî girt, niha li cem parazerê me yê.”   Aydin, anî ziman ku polîsan di hundirê qereqolê de berê çekan dane wan û got: “Di hundirê qereqolê de min xwest ku biçim birayê xwe bibînim lê nehiştin. Di hundirê qereqolê de yekî ji wan polîsan çeka xwe direjî min û bavê min kir. Polisên din ji wî re qêriyan û gotin çeka xwe deyne. Heqaret li me kirin û gotin 'em we li vir nahêlin, hûn nikarin li vir nan bixwin.”