'Polîtîkaya tecrîdê parçeyeke Komploya 15’ê Sibatê ye' 2022-02-09 16:04:10     AMED/WAN - Nobeta Edaletê ya ku malbatên girtiyan li Amed û Wanê dabûn destpêkirin, îro jî berdewam kir. Hevseroka HDP’a Ebexê Gonul Uzunay di çalakiya li Wanê de axivî û got ku sedema binpêkirin û zilma li girtîgehan polîtîkaya tecrîdê ye û binpêkirinên li girtîgehan jî parçeyeke Komploya 15’ê Sibatê ye.   Malbatên girtiyan ji bo berdana girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayê wan xelas bûyî lê nayên berdan, li baroyên Amed û Wanê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Di vê çarçoveyê de Nobeta Edaletê ya Amedê di roja 86’emîn de berdewam kir.    Ji xizmên girtiyan Fevziye Kolakan (78) ku hefteyek berê pîlê di dilê wê de hatibû guherandin û emeliyet bûbû, li ser telefonê bidîmen beşdarî çalakiyê bû. Kolakan spasiya malbatên di çalakiyê de kir û da zanîn ku dê dev ji daxwazên xwe bernedin û hêviya wê ew e ku hêj nemirî xizmên wan ên girtî bên berdan.    ‘JI GIRÎ ÇAVÊN MIN KOR BÛN’   Ji xizmên girtiyan Hasîne Guler (74) ku li gel Kolakan beşdarî çalakiyê bû, da zanîn ku çavên wê hema hema êdî nabînin û dê ji çavên xwe emeliyat bibe. Kolakan û Guler ji ber emeliyatan ji malbatên di çalakiyê de helalî xwestin. Guler got ku daxwaza wan edalet û wekhevî ye û wiha domand: “Ji giriyanê êdî çavên min kor bûne. Dê sibe emeliyat bibim. Her roj girtî tên qetilkirin. Ji ber hesreta wan êdî gelek nexweşî li min peyda bûne. Hevjînê min jî li Îskenderûnê dimîne û girtiyê nexweş e. Yan girtiyên me derman bikin an jî berdin. Em dixwazin hêj nemirîn, em zarokên xwe bibînin. Dibe ku sibe ji emeliyatê sax dernekevim.”   WAN   Nobeta Edaletê ya li Baroya Wanê jî di roja 61’emîn de berdewam kir. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Ebexê çû serdana malbatan û piştgirî da. Hevseroka HDP’ê ya Ebexê Gonul Uzunay di çalakiyê de axivî û da zanîn ku ew piştgiriyê didin têkoşîna hiqûq û edaletê ya dayikan. Uzunay diyar kir ku sedema binpêkirin û zilma li girtîgehan, tecrîd e.    ‘NIKARIN GIRTIYAN TESLÎM BIGIRIN’   Uzunay destnîşan kir ku sedema bingehîn a binpêkirin û zilma heyî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e û wiha bi dawî kir: “Birêz Ocalan ev 23 sal in di tecrîdê de ye. Polîtîkaya tecrîd û zextê ya li girtîgehan jî parçeyeke ji vê komployê ye. Ji bo çareseriya vê pirsgirêkê, divê di zûtirin dem de bi birêz Ocalan re hevdîtin bên kirin. Nexwe ev binpêkirin û zilm dê bidome. Nikarin girtiyan teslîm bigirin lewma ji ewil êrişî wan dikin. Lê dê bi ser nekevin. Em soz didin gelê xwe ku dê heta dawiyê bi wan re li ber xwe bidin. Bi vê wesîleyê em komploya 15’ê Sibatê jî şermezar dikin.”    Malbatên girtiyan jî ji ber serdanê spasiya mêvanan kir.