Di dosyeya 'kiryarên wê diyar' de biryara 'kiryar nediyar' hat dayîn 2022-02-10 09:03:11 STENBOL - Dadgeriya Ceza ya Sulhê têkildarî dosyeya Lîder Polatê HDP'î yê hatibû revandin, îşkencekirin û sîxurtî lê hatibû ferzkirin biryar dabû ku lêpirsînek çalak nehatiye kirin. Dozgeriyê jî bereksê dadgeriyê biryarek da û dosyeyê daxilî nav yên "kiryra nediyar" kir.  Endamê Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Lîder Polat di 27'ê Tebaxa 2020'î de li Taxa Soganlik ya navçeya Kartal a Stenbolê gava diçû metroyê 4 kesên xwe wekî polîsan dabûn nas kirin lêxistibûn û ew revandibûn. Polatê ku bi wesayîteke spî ya plakaya wê 34 RC 4497 hatibû revandin, di wesayîtê de çavên wî hatibûn girêdan û destên wî jî paş de hatibûn girêdan. Lîder saet û nîvekê di wesayîtê de hatibû îşkencekirin, heqaret lê hatibûn kirin û yên wî revandibûn jê re gotibûn "Tu yê niha biçî cem kekoyan" û wî li wesayîteke zirxî siwar kiribûn.   Ev kes 5 saetan Polat dabûn sekinandin û ji xeynî îşkenceyê dest dirêjî wî kiribûn. Van kesan ji Polat xwestibû xebatên xwe yên di nav HDP'ê de bidomîne, lê li ser navê "dewletê" bixebite û dest danîbûn ser telefona wî û karta wî ya krediyê. Paşê van kesan Polat li Başaklehîrê avêtibûn kêleka rêyekê.    Piştî vê parêzera Polat Endama Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo azadiyê (OHD) Nagehan Avçîl serî li Serdozgeriya Komarê ya Anadolûyê ya Stenbolê giliyê wan kesan kiribû.    Dozgeriyê jî derpêş kiribû ku têkildarî îşkencekirinê raporek edlî an jî şahid û delîlek tune ye û biryara neşopandina gumanbaran dabû.    Piştî vê parêzer Avçîl di 8'ê Adara 2021'ê de serî li Dadgeriya Ceza ya Sulhê dabû û li ber biryara dozgeriyê rabûbû ku lêpirsînek çalak nehatiye kirin.  Dadgeriyê jî biryar dabû ku dozgeriyê lêpirsîneke çalak nekiriye û xwestibû biryara heyî bê xerakirin û lêpirsînek berfireh bê kirin.    Piştî biryara dadgeriyê lêpirsîn cardin hatibû destpêkirin. Lê dozgeriyê di 28'ê Çileya 2022'yan de cardin bi heman hincetê biryara neşopandinê da û dosyeyê daxilî nav yên "kiryar nediyar" kir.    Parêzer Avçîl, anî ziman ku dê îtiraz bikin û cardin serî li Dadgeriya Ceza ya Sulhê bidin.    MA / Mehmet Aslan