Kav: Perspektîfa çareseriyê ya Ocalan li ser hemû meseleyên cîhanê disekine 2022-02-10 09:03:14 ENQERE - Nivîskar Fûat Kav diyar kir ku perspektîfa çareseriyê ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tenê ne li ser çareserkirina meseleya kurdî, li ser hemû meseleyên cîhanê disekine. Kav, destnîşan kir ku Ocalan êdî gihaştiye asta rêberekî gerdûnî.  Di ser komploya navdewletî ya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re 23 sal derbas bûn. Ocalan, ji 15'ê Sibata 1999'yan, ji roja bi komployeke navdewletî radestî Tirkiyeyê hatiye kirin, heya niha di Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F'yê de ye û bi awayekî girankirî tê tecrîdkirin. Ocalan, tevî hemû şert û mercên tecrîda girankirî jî her di çareserî û aştiyê de israr dike.    Nivîskar Fûar Kav, destnîşan kir ku komplo hatiye pûçkirin.    ARMANCA KOMPLOYÊ   Kav, destnîşan kir ku armanca komploya navdewletî pêşîlêgirtina tekoşîna li Kurdistanê bûye û got: "Bi vî awayî dê pêşî li ber têkoşînê bigirtanan. Dê tevgera azadiyê tasfiye bikiranan. Dê Serok Abdullah Ocalan li Îmraliyê bêbandor bikiranan. Lê em dizanin ku ji vana yek jê jî bi ser neket."    ‘OCALAN PARADÎGMAYEKE NÛ AFIRAND'   Kav, anî ziman ku komplo negihaştyiye armanca xwe û got: "Îro ro ger tevgera azadiyê gavek jî paş de neavêtibe, ji wê rojê heya niha têkoşîn li qadeke berfireh belav bûbe, nexwe ev nîşan dide ku komplo negihaştiye armanca xwe. Ew konsepta li hemberî Serok Abdullah Ocalan hat sêwirandin, pêk nehat. Lê Ocalan li Girava Îmraliyê bi paradîgmayeke nû derket meydanê. Cardin li ser bîrdoziyê hûr bû û mirov dikare bibêje xwe li Girava Îmraliyê ji nû ve afirand."    Kav, bilêv kir ku tevgera azadiyê ya kurd jî bi vê komployê tasfiye nebûye û got: "Axirê bi paradîgmaya nû ya Serok Ocalan re PKK'ê jî xwe ji nû ve ava kir. Daxilî nav pêvajoyeke pir wêdeyî ya kevin bû. Yanî em ji kîjan aliyî ve jî lê mêze bikin komplo negihaştiye armanca xwe. Xwestin bi komployê re tevgera azadiyê ji geşedanên li Rojhilata Navîn dûr bixin. Li di vir de jî bi ser neketin. Tevgera azadiyê tenê ne li Bakurê Kurdistanê, li Başûr jî pir berbelav bû. Li gelek welatên Rojhilata Navîn atmosfera avakirina siyaset û bîrdoziya xwe çêkir."    ‘PKK LI ROJHILATA NAVÎN BÛ VÎN'   Kav, destnîşan kir ku mînaka herî berbiçav li Rojhilata Navîn a ji bo çêkirina atmosfera bîrdoziya tevgera azadiyê Şoreşa Rojavaya ye û ev şoreş, şoreşeke li ser esasên bîrdoziya Ocalan e. Kav, anî ziman ku gava mirov di vê çarçoveyê de li PKK'ê mêze bike, dibîne ku bûye xwedî hêzeke enternasyonal.    Kav got: "Helwesta enternasyonal a bîrdozî ya PKK'ê ya beriya komploya li hemberî Serok Abdullah ocalan, piştî komployê veguherî helwesteke rêxistinbûyî. Di vî warî de PKK hem mezin bû, hem pêş ket, hem jî di warê hêzeke siyasî de li Rojhilata Navîn bû vîn."    TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ   Kav, destnîşan kir ku pûçkirina komployê nayê wateya ku komploger dev ji armanca xwe berdane û konseptên "A, B" yên hêzên navdewletî hene. Kav, bilêv kir ku mezinbûn û pêşketina tevgera azadiyê û hêla gerdûnî ya rêbertiya Ocalan komployê pûç kirin, lê di heman demê de komplogeran jî li hemberî vê dest bi pêvajoyeke nû kirine û got: "Bi vî awayî pergala Îmraliyê hat çêkirin. Bi pergala Îmraliyê re Ocalan bi awayekî girankirî tecrîd dikin da wî û civakê ji hev qut bikin."    Kav, anî ziman ku tecrîda li Îmraliyê pêkanîneke taybet e û got: "Li gelek deverên cîhanê rêberên rêxistinan hatin girtin. Lê wisa xuya ye pratîkek wekî ya vê ku 23 saln di nav behrekê de ragirtina di hucreyekê de tune ye. Ên bi qasî 10 salan mane hene, lê lê kesekî wekî Serok Abdullah Ocalan ev qas dirêj mabin tune ne. Ev jî tê wateya ku komplo bi awayekî din tê domandin."    ‘ÇAVKANIYA MESELEYÊ NETEW-DEWLET'   Kav, bal kişand ser pirsgirêkên Rojhilata Navîn û fikirên Ocalan ên di vî warî de jî. Kav, destnîşan kir ku çavkaniya sereke ya pirsgirêkan pergala netew-dewletê ye û ev li ser asasên netewperestîyeke hişk, dogmatîzm, faşîzm, qirkirin û înkarkirinê hatine avakirin û got: "Dîn û îmana netew-dewletê netewperestî ye. Ji netewperestiyê wêdetir jî faşîzm e." Kav, bilêv kir ku Ocalan ev yek di parêznameyên xwe de bi berfirehî daye ber nîqaşê.    GIRÎNGÎIYA OCALAN Û HELWESTA WÎ YA JI BO ÇARESERIYÊ   Kav, bilêv kir ku gotinên nûnerên dewletan gotinine dubarekirî ne û tu perspektîfeke wan a ji bo pirsgirêkên cîhanê û Rojhilata Navşn tune ye. Kav, destnîşan kir ku lê bi rastî jî nêrîn û helwesta Ocalan ji bo çareserkirina pirsgirêkan pir cuda ye û got: "Mesela ew dibêje, 'Pêdivî bi dewletê tune ye. Hûn ji bo dewletê diperpitin. Hûn 10 dewletan bidin min jî ez naxwazim. Ji lew re dewlet bi xwe çavkaniya pirsgirêkan e. Hûn înîsyatîfa avakirina 40 dewletan bidin min jî ez ava nakim. Ger ez 40 dewletan ava bikim, wê çaxê ez ê meseleyên cîhanê 40 caran mezintir bikim.' Nexwe mesele ne mezinkirina dewletê, biçûkkirina wê ye. Çareserî, hîn bêtir berfirehkirina sînorên demokrasiyê ye. Çareserî, jin bibe vîn."    ‘BÛ RÊBEREKÎ GERDÛNÎ'   Kav, di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku çavkaniya meseleya kurdî Tirkiye ye û Ocalan jî di vî warî de xwedî wesfeke mifteyê ye û got: "Ger tecrîda li ser Ocalan bê rakirin û azad bibe, dê diyarker be bi wê perspektyîfa xwe ya çareseriyê û helwesta xwe ya aştiyane ya ji bo çareserkiria meseleyan li Rojhilata Navîn. Ocalan, meseleya kurdî di çarçoveyeke berteng de nanirxîne. Sosyalîzma reel ji hev veçirand, Yekîtiya Sovyetê û netew-dewletê ji hev veçirand û perspektîfa wî ya çareseriyê ya niha perspektîfeke ku tenê ne ji bo çareserkirina meseleya kurdî, ji bo çareserkirina meseleyên Rojhilata Navîn e jî. Pespektîfeke ku li ser tevahiya meseleyên cîhanê hûr dibe. Yanî Ocalan êdî ne rêberekî xwecihî, rêberekî gerdûnî ye û divê her kes bi vê zanibe."    MA / Zemo Aggoz