Midûrên bijartî yên girtîgehan: Hiqûqa dijminatiyê pêk tînin 2022-02-10 09:03:15 ENQERE - Endamê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD a Şaxa Enqereyê Mahîr Ûslû, got: "Midûrê her girtîgehekê li gor xwe pîvanan datîne. Lê hêleke wan a hevpar heye; hiqûqa dijminatiyê."  Endamê Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Enqereyê Mahîr Ûslû, têkildarî binpêkirinên mafan ên sîstematîk li gelek girtîgehan hevdîtin bi girtiyan re kir. Ûslû herî dawî serdana Girtîgeha Sîncanê kiriye.    Ûslû, destnîşan kir ku pirsgirêka herî berbiçav konsepta girtîgehên nû yên di bin navê "ewlehiya bilind" de hatine çêkirin. Ûslû, anî ziman ku di warê derûnî de tahde li girtiyan tê kirin û li girtîgehan tecrîdeke mezin heye.    Ûslû got: "Hucreyên yekkesî hene. Dixwazin pergala girtîgehê ya Amerîkayê pêk bînin. Gava daxwazek girtiyan hebe, bi bûtonê bi gardiyanan re diaxivin. Rojê tenê di dema xwarinê û hewadariyê de hev du dibînin. Girtî dibêjin, qet nebe di hucreyên li kêleka hev de bin dê karibin alîakriya hev du bikin. Mafê wan ê herî xwezayî tê binpêkirin. Konsepteke bi hurgulî hatiye çêkirin. Ez wisa difikirim paşê dê girtîgehên din jî wisa bikin."    DERMANÊN WAN NADIN WAN   Ûslû, bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş jî. Ûslû, destnîşan kir ku nexweşînên wekî KOAH'ê yên giran li girtiyan peyda bûne. Ûslû, anî ziman ku her nexweş divê li nexweşxaneyên tam bi rêk û pêk bên dermankirin û got: "Dev ji nexweşxaneyê berde, dermanên wan jî nadin wan. Gava didin jî kêm didin. Girtiyên nexweşîna şekir bi wan re hene, divê xwarina wan cuda be, lê diçin xwarina ku didin tevahiya girtiyan didin wan jî."    ‘NAYÊN DERMANKIRIN’   Ûslû got: "Pençeşêra qirikê bi girtî Yûsûf Akşî re heye. Akşî, 28 salî ye. Orta qirika wî qul kirin û ji bo dermankirinê ew şandin Enqereyê. Nêzî salek bi şûn de ji bo dermankirinê ew derxistin. Lê hê jî di beşa awarte de ye."    Ûslû, destnîşan kir ku îqtidara niha astengkirina dermankirinê veguherandiye awayekî cezakirinê û bi awayekî sîstematîk girtiyan tedawî nake.    Ûslû, li ser raporên ATK'ê jî sekinî û wê wekî "perçeyeke organa cezakirinê ya dewletê" pênase kir. Her wiha Ûslû, ji bo desteyên çavdêriyê yên girtîgehan jî ku bi hincetên kêfî înfazên girtiyan dişewitînin jî got: "Ev deste cihêkariyê dikin. Demildest divê bên betalkirin."    DIVÊ MIDÛRÊN GIRTÎGEHAN BÊ REHABÎLÎTEKIRIN   Ûslû, destnîşan kir ku AKP nikare tu pirsgirêkeke girtîgehan jî çareser bike û got: "Midûrên girtîgehan, gardiyan hemû hatine bijartin. Divê hemû bên rehabîlîtekirin. Gava em û parêzerên Komeleya Hiqûqnasan a Ji Bo Azadiyê em çûn girtîgehan, girtiyên cezayê muebeda girankirî li wan nehatine birîn xistibûn hucreyan. Me ji midûrê girtîgehê pirsî. Midûr got, 'Ma bila ew ode vala bimînin. Ma ez şîrîn baba me.' Ev kes niha Midûrê Girtîgeha Afyonê ye."    HIQÛQA DIJMINATIYÊ   Ûslû, bilêv kir ku hiqûqeke giştî tune ye û midûrê her girtîgehê li gor xwe pergalek çêkiriye û got: "Girtî ancax mehê carekê dikarin pirtûkan wergirin. Gava hûn diçin girtîgeheke din hûn dibînin midûrek pirtûkxaneyek dêwasa çêkiriye. Li girtîgeheke din, li ortê kulîlk filan hene. Her midûrek li gor dilê xwe tevdigere. Lê hêleke wan a hevapr heye; hiqûqa dijminatiyê pêk tînin û ji bo vê hatine bijartin."    BANGAWAZÎ   Ûslû, di dawiya axaftina xwe de bang li partiyên siyasî kir û got, partiyên siyasî yên di meclîsê de divê ji bo tiştên li girtîgehan diqewimin hîn bêtir tevbigerin.