Wêneyên malbatê bi hinceta 'xetere ne' nedanê 2022-02-10 09:03:17 ENQERE - Vesîla Sayak, dayika Bager Sayakê di Girtîgeha Sîncanê de, got wêneyên malbatê ji kurê xwe re şandiye, lê wêne bi hinceta "xetere ne" nedane kurê wê.  Girtîgehê wêneyê malbatê bi hinceta "xetere ne" nedaye Bager (Ridvan) Sayakê di Girtîgeha Sîncan a Jimare 1'ê de ye. Sayak, telefonî dêya xwe Vesîle Sayakê kir û tbinpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihandin.    Sayak ragihandiye ku ji 13 wêneyên malbatê yên jê re hatine tenê 5  jê dane wî û yên din jî bi hinceta "xetere ne" ne nedane wî.    Dayik Vesîle Sayak, anî ziman ku wêneyên şandine yên zarokatiya Sayak, yê ferdên malbatê û yên bavê wî yê 3 sal berê jiyana xwe ji dest dane. Dayik Sayak, bilêv kir ku gava hevjînê wê miriye kurê wê di girtîgehê de bûye û got: "Kurê min got, 'Bavê min mir, min ew nedît. Wêneyên wî ji min re bişîne.' Min jî wêneyên bavê wî, wêneyên kalê wî û pîra wî jê re şandin. Ma çi di van wêneyan de heye?"    ‘4 SAL IN MIN EW NEDÎTIYE'   Sayak, destnîşan kir ku bi salan e kurê wê bi tena serê xwe di hucreyê de ye û got: "Dest danîn ser pirtûkên wî. Wêneyên wî nadinê."    Sayak, bilêv kir ku li Çewligê dimîne û 4 sal in kurê xwe nedîtiye û got: "Ez 60 salî me. Bi tena serê xwe dimînim. Kurê min birin xistin girtîgehê. Wî tecrîd dikin. Wî nabin nav hevalên wî. Dadgerên ceza li kurên min birîn, di lêpirsîna cemaetê de hatin girtin. Van dadgeren neheqî lê kirin, emrê wî mezin kirin û ew girtin. Ez edaletê dixwazim."    ‘MA KURÊ MIN KÎ KUŞTIYE?'   Dayik Sayak, destnîşan kir ku kurê wê tê tecrîdkirin û got: "Ên jinan kuştin, ên tecawizê kirin hemûyan berdan. Ma kurê min kî kuştiye? Ji 17 saliya xwe ve girtiye. Bi tena serê xwe di hucreyê de ye. Tê tecrîdkirin."    DERBARÊ BAGER DE   Bager Sayak, di 20'ê Tîrmeha 2010'an de li Erziromê bi îdiaya "bombe daniye ber avahiya AKP'ê ya bajêr" hatiye girtin. Sayak di 25'ê Tebaxa 1992'yan de hatiye dinê û gava hatiye girtin 17 salî bûye. Dadgeha Cezayê Giran a 4'an a Karbidestiya Taybet a Erziromê di 2'yê Mijdara 2011'an de cezayê muebeda giran li Sayak biriye. Biryara dadgehê paşê ji Dadgeha Bilind re hatiye şandin. Daîreya Ceza ya 9'an a Dadgeha Bilind jî di 9'ê Adara 2012'an de cezayê li Sayak hatiye birîn erê kiriye.    Dadgehê berî biryarê bide temenê Sayak 4 salan mezin kiriye.    MA / Zemo Aggoz