Ji bo Ocalan 23 sal in bênavber çalakî tên lidarxistin 2022-02-10 11:25:26   STENBOL - Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî radestî Tirkiyeyê hat kirin. Di nava van 23 salan de ji bo Ocalan bi hezaran çalakî hatin lidarxistin, kampanya hatin destpêkirin û protesto hatin kirin. Li her devera cîhanê gelan, banga azadiya Ocalan kirin.     Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 9’ê Cotmeha sala 1998’an de bi komployeke navneteweyî ji Sûriyeyê hat derxistin, li Kenyayê hat girtin û piştre jî radestî Tirkiyeyê hat kirin. Bi ser radestkirina Ocalan a Tirkiyeyê re 23 sal derbas bûn. Ocalan ji bo komploya ku tiliya DYA, Ingilistan û Îsraîlê jî tê de hebû, wiha dibêje: “Komploya 15’ê Sibatê, mezintirîn komploya sedsala 21’emîn e.” Ocalan dibêje ku ji komployê armanc ew bû ku şoreşa bi pêşengiya di şexsê wî û PKK’ê de hatibû destpêkirin were tesfiyekirin. Ocalan nirxandina xwe wiha didomîne: “Komploya di şexsê min de ne tenê li dijî kurdan lê di heman demê de li dijî tirkan jî hat kirin.” Di parastina xwe de Ocalan hûrgiliyên vê nirxandina xwe wiha rave dike: “Dixwestin belênayeke tîpîk a Îsraîl-Filistînê çêbikin. Çawa ku belênaya Îsraîl-Filistînê ev sed sal in ji hegemonyaya Rojhilata Navîn û Rojava xizmet kiribe, balênaya Tirk-Kurdan ku ji vê balênayê naborî gelek mezintire jî dê sed salên din xizmet ji hesabên wan hêzan re bikira.”     ‘RÊBERTIYA GELAN’    Bi milyonan kes xwedî li Ocalan derket û komploya navneteweyî vala derxistin. Her wiha paradîgmaya Ocalan ji bo gelek gel, bawerî û civakên bindest jî bû hêvî. Ocalan di tecrîdeke giran de ye û gelek derdorên cuda yên neteweyî û navneteweyî xwedî li Ocalan derketin. Di serî de li Tirkiyeyê, ji rojên desptêkê yên komployê heta niha li her çar aliyên cîhanê bi hezaran çalakî hatin kirin, kampanya hatin meşandin û protesto çêbûn. Ocalan di van çalakiyan de wek “Rêberê Gelan” hat qebûlkirin.    Di 23’yemîn salvegera komployê de me çend çalakiyên ku bûne sembolên çalakiyên ji bo azadiya Ocalan, dane berhev.   ‘NIFŞÊ 15’Ê SIBATÊ’   Ocalan, di sala 1999’an de radestî Tirkiyeyê hat kirin û tevlibûna nava refên PKK’ê yên herî zêde, di vê salê de çêbûn. Her wiha kongreya PKK’ê hat lidarxistin û encamên wê di 5’ê Adara 1999’an de hatin parvekirin. Di kongreyê de Ocalan dîsa wek Serokê Giştî yê PKK’ê hat hilbijartin. Di kongreyê de bang li gelê kurd hat kirin ku berxwedanê mezintir bikin. Ji ber tevlibûnên zêde yên vê salê, ji kesên tevlibûn re “Nifşê 15’ê Sibatê” hat gotin.   HUN NIKARIN ROJA ME TARÎ BIKIN    Bi komployê re çalakiyên “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin” dest pê kirin. Di vê çarçoveyê de girtiyê bi navê Mehmet Halît Oral di 9’ê Cotmeha 1998’an de li Girtîgeha Mûşê agir berda bedena xwe û ev pêvajo di 15’ê Sibata 1999’an de jî her ku çû berfirehtir bû. Gelemperî jê di navbera 1998-1999’an de, heta sala 2021’an zêdetirî 100 kesan bi mebesta protestokirina komplo û tecrîdê bedena xwe dan ber agir.    PÎROZBAHIYÊN NEWROZÊ   Ji sala 1999’an û şûnde êdî gelê kurd qadên Newrozê bi daxwaza azadiya Ocalan dagirtin. Di pîrozbahiyên Newrozên salên 2000’î de jî bi milyonan kes daketin qadan û di pîrozbahiyan de hem tecrîda li ser Îmraliyê protesto kirin û hem jî xwestin ku Ocalan were berdan.    MEŞÊN AMARAYÊ    Bi armanca pîrozkirina rojbûna Ocalan, di 4’ê Nîsana sala 2004’an de bi pêşengiya Federasyona Komeleyên Malbatên Girtî û Hikûmxwaran (TUHAD-FED), bi hezaran kes tevî astengiyan jî meş li dar xist. Dirûşma sala 2010’an a Amarayê jî ev bû; “Bûyîna te bûyîna me, azadiya te azadiya me ye.”    JI 550 PARLAMENTERAN RE QERT HATIN ŞANDIN   Ji bo girtina Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê ku Ocalan lê dima, TUHAD-FED’ê di 31’ê kanûna 2004’an de ji 550 parlamenteran re qertên sersalê şandin.    MEŞA GEMLÎKÊ   Ji bo protestokirina tecrîda li ser Ocalan, di 4’ê îlona 2005’an de bi tevlibûna hezaran kesan li Gemlîkê meşek hat lidarxistin. Meş, li navçeya Înegol a Bûrsayê ji hêla leşker û polîsan ve hat astengkirin. Li ser vê yekê jî çalakiya rûniştinê hat destpêkirin. Konvoya meşê tevî hemû astengiyan jî berdewam kir û li gelek deveran rastî êriş û hewldanên lînçkirinê hat. Di êrişan de gelek kes birîndar bûn.      ‘OCALAN VÎNA MIN A SIYASÎ YE’   Bi mebesta azadiya Ocalan, di salên 2005-2006’an de bi navê “Ocalan vîna min a siyasî ye” kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de zêdetirî 3 milyon îmze hatin komkirin.    ÇALAKIYA ZINCÎRÊ YA DAYIKÊN AŞTIYÊ   Dayikên Aştiyê yên Amedê jî ji bo protestokirina tecrîda li ser Ocalan, di 23’yê Sibata 2006’an de destên xwe zincîr kirin û çalakî li dar xistin.     NAMEYÊN JI SAZIYÊN NAVNETEWEYÎ RE   Bi mebesta başkirina şert û mercên tenduristiyê yên Ocalan, di 15’ê kanûna sala 2007’an de çalakiya şandina nameyan a bo saziyên navneteweyî hat destpêkirin. Starta kampanyayê bi 900 nameyan li Amedê dest pê kir û di çarçoveya kampanyayê de ji gelek bajar û navçeyan bi sedan kesan ji Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê, Konseya Ewropayê (KE), Komîsyona Mafên Mirovan û Komîsyona Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) re name şandin.    ‘ÊDÎ BESE’   Partiya Civaka Demokratîk (DTP) bi dirûşma “Ji Bo Jiyaneke Birûmet Êdî Bes e”, li bajarên herêmê mîtîng li dar xistin. Bi sedhezaran kes beşdarî van mîtîngan bûn. Di mîtîngan de posterên mezin ên Ocalan hatin daliqandin, azadiya Ocalan hat xwestin û girseyê bang kirin ku tecrîd bi dawî bibe. Tenê di mîtînga 25’ê mijdarê ya Amedê de zêdetirî 100 hezar kes tev li bûbûn.    JI BO HEVDÎTINÊ 715 STO’YAN SERLÊDAN KIRIN   Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd, 715 rêxistinên civaka sivîl hatin ba hev û şandeyek ava kir. Şandeyê ji bo hevdîtina bi Ocalan re, di 30’ê mijdara 2011’an de randevû da Wezareta Edaletê.    JI BO OCALAN 100 HEZAR ÎMZE DAN   Tevgera Jinên Azad a Demokratîk (DOKH) di çarçoveya kampanyaya “Azadiya Ocalan” de, di 19’ê îlona 2011’an de bi dirûşma “Bila şer xelas bibe û aştî bê vê erdnîgariyê” ber bi Enqereyê ve meş da destpêkirin. Ji her çar aliyên Tirkiyeyê gelek kes tev li meşê bûn. Her wiha 100 hezar îmzeyên bo Ocalan hatibûn komkirin jî radestî Meclisê kirin. DOKH’ê di sala 2012’an de jî ji bo Ocalan kampanyaya “Ji Ocalan re azadî, qirkirina siyasî bi dawî bikin” da destpêkirin. Jinan, di çarçoveya kampanyayê de li navçeya Gemlîk a Bûrsayê çalakiya rûniştinê kir.    MEŞÊN GIRSEYÎ YÊN GEMLÎKÊ   Di 13’emîn salvegera komployê anku di 9’ê Cotmeha 2011’an de bi pêşengiya TUHAD-FED’ê “Meşên Gemlîkê” hatin destpêkirin. Cara ewil di sala 2005’an de bi dirûşma “Azadî ji Ocalan re” hatin destpêkirin û ji meşan armanc ew bû ku 100 hezar kes tev li bibe. Ji Başûrê Rojhilat, ji Rojhilatê Anatoliya, Ege, Çukurova û Marmarayê anku ji 5 aliyan ve bi sedan otobûs û wesayîtên taybet ber bi Gemlîkê ve ketin rê. Lê belê gelemperiya wan hatin astengkirin û nehiştin ku xwe bigihînin Gemlîkê.    TACEGULÊN REŞ XISTIN AVAHIYÊN AKP’Ê   Rêxistinên bajêr û navçeyan ên Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ya Stenbolê di 9’ê Cotmeha 2011’an anku di salvegera komployê de, bi mebesta protestokirina komployê li navçeyên Fatîh, Bagcilar û Kartalê tacegulên reş bi avahiyên AKP’ê ve hilayîstin.    ÇALAKIYÊN GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ   Bi armanca başkirina şert û mercên tenduristî, ewlehî û azadiyê yên Ocalan, girtiyan di 12’ê îlona 2012’an de dest bi greva birçîbûnê kir. Çalakî 68 rojan berdewam kir û bi peyama Ocalan re hat bidawîkirin. Di 6’ê îlona 2016’an de jî bi daxwaza hevdîtina bi Ocalan re, bi pêşengiya KCD, HDK, KJA, DBP û HDP’ê, bi tevlibûna 50 kesên dilxwaz re li Amedê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger hat destpêkirin. Di roja 8’emîn a çalakiyê de Mehmet Ocalan li Îmraliyê bi birayê xwe re hevdîtin kir û li ser vê yekê çalakî hat bidawîkirin. Bi armanca rakirina tecrîda li ser Ocalan, di 8’ê mijdara sala 2018’an de bi pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, çalakiya greva birçîbûnê hat destpêkirin. Bi hezaran girtiyan jî piştgirî dan çalakiyê. Di roja 200’emîn a çalakiyê de parêzeran bi Ocalan re hevdîtin kir û Ocalan ji çalakvanan re peyam şand. Li ser vê yekê jî çalakî hat bidawîkirin. Bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Ocalan, girtiyan di 27’ê mijdara 2020’an de li girtîgehan dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kirin. Çalakî li 107 girtîgehan dest pê kir û zêdetirî 2 hezar girtî beşdarî çalakiyê bûn. Di heman demê de li Wargeha Lavrio ya Yewnanistanê û li Wargeha Penaberan a Mexmûrê jî çalakvan bi mebesta piştgiriyê ketin greva birçîbûnê. Çalakî 290 rojan berdewam kir û di 12’ê îlona 2021’an de hat bidawîkirin.    JI BO OCALAN 10 MILYON ÎMZE   Di 6’ê îlona 2012’an de bi pêşengtiya Înîsiyatîfa ji Ocalan re Azadî, ji Kurdistanê re Aştî, li seranserî cîhanê kampanyaya “Azadî ji Ocalan re” hat destpêkirin. Kampanya li paytexta Belçîkayê Brûkselê hat destpêkirin û di çarçoveya kampanyayê de zêdetirî 10 milyon îmze hatin komkirin. Îmzeyên hatin komkirin dan Konseya Ewropayê.   NOBETA AZADÎ JI OCALAN RE   Di 15’ê tîrmeha 2016’an de li Tirkiyeyê hewldana derbeyê çêbû û tu agahî ji Ocalan nehatin girtin. Vê yekê jî di nava civakê de rê li ber fikaran vekir. Piştî hewldana derbeyê, li Amed, Edene, Riha, Hatay û gelek bajar û navçeyên din, bi dirûşma “Azadî ji Ocalan re” çalakiyên nobetê hatin destpêkirin. Ji ber ku tu agahî ji Ocalan nedihatin girtin, di heman demê de hem li girtîgehan û hem jî li derve bi sedan çalakî, protesto û meş hatin lidarxistin û daxuyanî hatin dayîn.    JI 344 STO’YAN DEKLARASYON   Platforma Demokrasiya Herêmê ku ji 21 bajaran bi giştî 344 rêxistinên civaka sivîl tê de cih digirin, di 25’ê sibata 2021’an de bi mebesta rakirina tecrîda li ser Ocalan li Amedê deklarasyonek parve kir.    JI 768 HIQÛQNASAN KAMPANYA   Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) bi armanca rakirina tecrîda li ser Ocalan, di 25’ê gulana 2021’an de bi tevlibûna 768 parêzer û hiqûqnasan kampanyaya îmzeyan da destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de hat xwestin ku parêzerên Ocalan bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin.     ÇALAKÎ Û KAMPANYAYÊN NAVNETEWEYÎ    Di 25’ê hezîrana 2012’an de li bajarê Strasburg a Fransayê, li qada ku avahiyên Konseya Ewropayê (KE), Parlamentoya Ewropayê (PE), Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û CPT’ê lê ne, çalakiya Nobeta Azadî ji Abdullah Ocalan re hat destpêkirin. Çalakî her rojên hefteyê di navbera saetên 08.30-17.00’an de dihat kirin. Çalakî hêj niha jî bi tevlibûna gelek derdorên cuda berdewam dike. Armanca esasî ya vê çalakiyê ew e ku tecrîda li ser Ocalan bê rakirin û were berdan.    JI BO OCALANA HEMWELATIYA RÛMETÊ   Yek ji geşedanên girîng jî, piştgirî û piştevaniya navneteweyî ya bi Ocalan re bû. Di vê çarçoveyê de bajarê Palermo ya Îtalyayê di sala 2015’an de hemwelatiya rûmetê da Ocalan. Piştî Palermoyê, bajarê Napoliyê jî bi armanca piştgiriya bi gelê kurd re hemwelatiya rûmetê da Ocalan.    FREEDOM FOR OCALAN   Mezintirîn sendîqayên Ingilistanê Unite The Union û GMB’ê, di nîsana sala 2016’an de kampanyaya “Freedom for Ocalan” (Azadî ji Ocalan re) da destpêkirin.   PARÊZERÊ MANDELA NAME ŞAND   Parêzerê Nelson Mandela Essa Mossa jî di nav de, Şandeya Îmraliyê ya Navneteweyî di 20’ê îlona 2016’an de bang li Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkence û Muameleya Xerab a Ewropayê (CPT) kir ku bi lez û bez biçe serdana Îmraliyê.    ÇALAKIYA JINAN A LI PÊŞIYA PE’YÊ   Bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) di 21’ê îlona 2016’an de li paytexta Belçîkayê Brûkselê li pêşiya PE’yê çalakî hat lidarxistin. Çalakî bi dirûşma “Jin, ji bo Rêbertiya xwe û azadiya wî di çalakiyê de ne" hat lidarxistin û bi sedan kes tevli bûn. Di çalakiyê de ji Ocalan re azadî hat xwestin.    ÇALAKIYA LI PÊŞIYA CPT’YÊ   Di 23’yê cotmeha 2017’an de li pêşiya CPT’yê çalakiya rûniştinê ya bêdem hat desptêkirin. Çalakî bi piştgiriya 63 saziyên ku nûnertiya gel û baweriyên Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn dikirin hat destpêkirin. Daxwaza çalakiyê ew bû ku CPT biçe Îmraliyê û rewşa Ocalan di cih de lêkolîn bike.    DEMILDEST BIKEVE NAVA TEVGERÊ   Koma Xebatê ya Kurd a Efrîqeya Başûr (KHRAG) û Konfederasyona Sendîqayên Efrîqeya Başûr (COSATU) di 11’ê çileya 2021’an de bi dirûşma “Êdî dema wê hat: Ji Tirkiyeyê re aştiyeke adilane û ji Ocalan re azadî” kampanya dan destpêkirin. Ji kampanyayê mebest ew bû ku Neteweyên Yekbûyî (NY) têxin nava liv û tevgerê. Ji gelek welat û bajarên Ewropayê bi dirûşma “Demildest bikevin nava tevgerê” ji Sekreterê Giştî yê NY’ê Antonio Guterres re bi hezaran name û e-mail hatin şandin. Kampanyaya ku starta wê li Efrîqeya Başûr hatibû dayîn, çendek roj piştre bi piştgiriya Yekitiya Parêzeran a Ji bo Demokrasî û Mafên Mirovan ên Cîhanê ya Ewropayê (ELDH), New World Summit (Lûtkeya Dinyaya Nû) û Tifaqa Parastina Maf û Azadiyan a Navneteweyî (AIDL) hîn mezintir bû. Di demên piştre de ACCP a Ganayî (Alliance Creative Community Project- Yekitiya Projeyên Afirîner ên Civakî) jî ji NY’ê re nameyek şand û beşdarî kampanyayê bû. Her wiha Tevgera Ciwanên Çepgir a Fînlandiyayê (Vasemmistonuorte) jî bi daxuyaniyekê ragihand ku beşdarî kampanyayê bûne.    LI CINEWÊ ÇALAKIYA RÛNIŞTINÊ   Di çarçoveya kampanyayê de, li pêşiya ofîsa NY a li bajarê Cinew a Swîsreyê di 25’ê çileya 2021’an de çalakiya rûniştinê hat destpêkirin. Çalakî her rojên çarşamê tê lidarxistin û hêj jî didome.     DEKLARASYONA OCALAN   Zêdetirî sed hunermend, rojnameger û nivîskarên navdar ên cîhanê di 15’ê Sibata 2021’an de bi dirûşma “Ji Ocalan re Azadî” deklarasyonek weşand. Di nav de rojnameger û nivîskar Janet Biehl, hunermendê deng û nivîskarê pirtûkên zarokan Leon Rosselson, muzîkjen û nivîskar David Rovis, nivîskarê senaryoyan Atiha Sen Gupta û grafîst Jonathan Chadwick jî hebûn. Di daxuyaniyê de hat gotin ku zêdetirî 20 sal bi ser girtina Ocalan re derbas bûne û divê Ocalan êdî azad bibe.    PÊŞNIYAZNAMEYA OCALAN   Parlamentera Swîsreyî Fehlmann Rielle Laurence di 5’ê gulana 2021’an de bi mebesta rakirina tecrîda li ser Ocalan, pêşniyaznameyek da Meclisa Federal.     KEŞTIYA AZADIYÊ   Keştiyeke ku akademîsyen, hunermend, siyasetmedar, nivîskar, parêzvanên aştî û mafên jinan û rojnamegerên ji Amerîkaya Latîn heta Spanya, Ingilistan, Fransa û Îtalyayê jî di nav de bûn, di 9’ê mijdara 2021’an de bi pêşengiya Înîsiyatîfa Ji Ocalan re Azadî, li paytexta Yewnanistanê Atînayê bi rê ket. Çalakvanan tîşortên ku wêneyên Ocalan li ser bûn li xwe kiribûn û postereke mezin a bi nivîsa “Azadî ji Ocalan re” daliqandibûn. Di çalakiyê de dirûşmên “Silav silav, ji Îmraliyê re hezar silav” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin. Keştî di 12’ê mijdarê anku roja salvegera çûna Ocalan  a Romayê de gihişt bajarê Napolî yê Îtalyayê.    ‘JI BO OCALAN BIKEVIN NAVA TEVGERÊ’   Parêzerên Ocalan di sala 2021’an de serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KWKE) dan ku biryarên ji bo Ocalan hatine dayîn pêk bînin. Di heman demê de Înîsiyatîfa Azadî Ji Ocalan re jî li bajarê Strasbourg a Fransayê di 1’ê kanûna 2021’an de li pêşiya KE’yê bi dirûşma “Dê Azadî bi ser keve, ji bo Ocalan bikeve nava tevgerê” çalakî da destpêkirin. Gelek derdorên cuda jî piştgirî dan çalakiyê.    MA / Dîren Yurtsever