Tirkiyê welatiyek din li Efrînê revand 2022-02-10 12:00:58   NAVENDA NÛÇEYAN - Grûpên çekdar ên girêdayî Îstixbarata Tirkiyê li taxa kevin a Efrînê welatiyek li pêşiya mala wî revand û bir cihekî nediyar.   Li bajarê Efrînê yê bi ser Rojavayê Kurdistanê ve revandina welatiyan berdewam dike. Li gorî nûçeya ANHA'yê çavkaniyan ji kantona Efrînê ya di bin kontrola Tirkiyê û grûpên paramîlîter de ye ragihandin ku duh welatiyê bi navê Mehmûd Reşîd Ebdo (34) ê ji Efrînê ji aliyê hêzên paramîlîter ve hatiye revandin.    Çavkaniyan eşkere kiriye ku çeteyan Mehmûd Reşîd Ebdo ji pêşiya mala wî ya li derdora mizgefta Şêx Şewah a li taxa kevin a Efrînê revandine û birine cihekî nediyar.   Di hefteya derbasbûyî de jî hêzên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyê zêdetirî 9 welatî revandibûn. Di nav wan de 2 jin hene. Tê gotin armanca van revandinan ew e ku şêniyên li Efrînê koçber bike û fîdyeyan ji wan bigire.